
Civîna şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê destpê kir
Li Bexdayê, yekem civîna şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran Qubad Talebanî bi şanda hikûmeta Ferderal re hat kirin.
Berdevkê Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Semîr Hewramî ji K24ê re ragihand, piştî gihîştina Bexdayê, yekem civîna şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê û şanda hikûmeta ferdera hat kirin. Di civînê de guftûgo li ser pirsgirêkên di navbera her du aliyan hate kirin, bi taybet pirsa destkeftên darayî yên Herêma Kurdistanê û çawaniya bicihkirina wê di projeyasaya budceya giştî ya Iraqê bo sala 2021an de.
Got jî: “Di civînê de biryar hat dayîn, komîteyên taybetmend bên avakirin, ji bo guftûgoyan derbarê pirsên petrol û gazê, destkeftên darayî, eliktirîk, deriyên sînorî û qerzan de bikin.”
Berdevkê Cîgirê Serokê Hikûmetê diyar kir, tê çaverêkirin ev komîte têbîniyên pêdaçûn û guftûgoyan bixin ber destê şanda bilind a her du aliyan, ji bo rêkeftin li ser bê kirin.
Tekez kir jî, Hikûmeta Herêmê amadehiya xwe nîşan da, ji bo bi Hikûmeta Federalî re li ser pirsa dahatên petrol û gazê û dahatên deriyên sînorî rêk bikeve.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin