Civînên Astanayê îro jî berdewam kir

Civînên Astanayê îro jî berdewam kir

Îro li paytexta Kazaxistanê bajarê Astana duyemîn roja gera 11mîn gotûbêjên taybet bi pirsgirêkên Sûriyê birêve diçin. Piştî ku duh civînên du alî û sê alî hatin kirin.

A+A-

Di roja yekem de tenê gotûbêjên dualî û gotûbêjên welatên gerentor birêve çûn, Serokê şanda Rûsya bo Astana rexne li Hêzên Sûrya Demokratîk girtin û got: “60 hezar çekdarên HSD hene û bi piştevaniya asmanî ya Amerîka nikarin 1500 çekdarên DAIŞê bişkênin û ev yek jî cihê dilgiraniya welatên gerentor e.”

 

i serî de Şanderê taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura bi  hemû şanda re cuda cuda  civiya. Hevdêtinên şandên dewletên garantor û civînên wan ên  bi şandên hikumeta Şamê û bi Opozîsyonê  re jî li pişt deriyên girtî birêve çûn.

 

Pey re nûnerên dewletên garantor; Rûsya, Îran û Tirkiyê di bin serpereştiya Seffan De Mistur e de hatin cem hev.

 

Li gor daxuyaniya serokê şanda Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev, di  hevdîtinan de çalakkirina Komîsyona Destûra Nû ya Sûrî, pevguhastina  dîlên şer, û rewşa Îdlîbê mijarên sereke bûn.

 

Serokê Şanda Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev  wiha got: “Li Îdlîbê zêdetir ji 15 hezar çekdarên Cehbet el Nusra hene. Lê em gelek hêvî dikin ku hêzên opozîsyona nerm dikarin bi serê xwe, aramiya wê herêma arîşedar dabîn bikin. Lê eger pêwîstî pê hebe, Rûsya û hêzên artêşa Sûrî  jî dikarin her piştgîriya wan bikin."

 

Şanderê Rûsyayê ragihand, ku bi saya proseya Astana rewşa Sûrî aramtir bûye û heta niha  zêdetir ji mîlyonek û nîv penaber vegeriyane deverên  xwe û da zanîn ku helwêsta Amerîkayê li bakûr û rojhilata Sûrî sedema nîgeraniya her sê dewletên garantor e.

 

Serokê Şanda Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev wiha axifî: “Hejmara yekîneyên kurdan digihêje 60 hezarî û nayê bawerkirin, ku  ew, bi piştgiriya asmanî ya Amerîkayê, nikarin 1500 çekdarên DAIŞê  bişkînin. Diyar e mesele cudaye, an ku Amerîka bi niyaze ku rewşa han weke hincet ji bo dewamkirina hebûna xwe ya serbazî ji bo demekî ne diyar li wê herêmê, bikar bîne. Ev yek jî bingeha nîgeraniya me ya  her sê dewletên garontor e.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin