Ciwanê Kurd li Swîsreyê hat xelatkirin

Ciwanê Kurd li Swîsreyê hat xelatkirin

.

A+A-

Ciwanekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê li bajarê Cinevê yê Swîsreyê di beşa xwe de bû yekem û hat xelatkirin.

Ciwanê Kurd ê bi navê Rêdûr Mûsa ku ji Qamişloyê ye di 29ê Çileya 2022an de beşdarî pêşbirka bi navê “GenovaSkills” ku ji aliyê navenda Perwerdehiya Pîşeyî ya Kantona Cinevê ve hat organîzekirin bû û di wê pêşbirkê de bû yekemîn û bi madalyaya serkeftinê hat xelatkirin.

Rêdûr Mûsa beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Rojava bû di derbarê mijarê de bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Redûr Mûsa diyar kir dema ku ew bi malbata xwe re çûne Swîsreyê di destpêkê de rastî gelek zehmetiyan hatine û got “Bi alîkariya malbata min û bi xwendineke baş ez yekem derketim. Cinêv ji kantonên din ên Swîsreyê kantoneke cuda ye, zimanê wê jî cuda ye, zimanê wê Fransî ye. Di destpêkê de min gelek zehmetî dît ji bo ku ez hînî Fransî bibim.”

Di derbarê hilbijartina vê pîşeya xwe de jî Mûsa wiha dibêje “Me berê jî vî karî li Rojava û Şamê dikir. Kompaniyeke me ya biçûk hebû. Min û birayên xwe me got em dê destê xwe destê hev da ku kompaniyeke biçûk vekin. Me got em jî wek Kurd li vî bajarî tiştek bikin.”

Herwiha Mûsa diyar kir ku wan bihîstiye li ser asta kantona Cinevê pêşbirkek bê kirin û wî jî serî lê daye û pratîkê de bûye yekemîn û ji ber vê yekê jî hatiye xelatkirin.

Rêdûr Mûsa yê ji bajarê Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê ye, bi malbata xwe re ji 2015an ve li Swîsreyê dijî û ev 4 salin beşa pîşeyî ya sihiyê de dixwîne.

Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin