Ciwanekî Kurd çû xala dawî ya cîhanê: Alaya Kurdistanê jî bi xwe re bir

Ciwanekî Kurd çû xala dawî ya cîhanê: Alaya Kurdistanê jî bi xwe re bir

.

A+A-

Ciwanekî Kurd ê ji Silêmaniyê beşdarî bernameyeke Rûsyayê bû û bi komekê re çû Cemsera Bakur ku ji wê derê re xala dawî ya cîhanê jî tê gotin.

Piştî ku meha Adarê nêzîkî 2 hezar kes ji welatên cîhanê beşdarî Festîvala Cîhanî ya Ciwanan li Rûsyayê bûn, Ajansa Enerjiyê ya Rûsyayê Rosatomê hejmarek ciwan ji bo gera ber bi Cemsera Bakur ve hilbijartin.

Ajansa Enerjiyê ya Rûsyayê Rosatom yek ji sponsorên festîvalê bû.

Ciwanê Kurd Rend Arî jî wekî tekane nûnerê ji Rojhilata Navîn ji bo wê gerê hat hilbijartin.

Bijîşk û pisporê enerjiya atomî Rend Arî li ser gera Cemsera Bakur ji Rûdawê re ragihand:

“Ajansa neteweyî ya enerjiyê ya Rûsyayê Rosatomê 3 rojan ceribandinên li ser enerjiyê nîşanî me dan.

Paşê em bi keştiyeke ku bi hêza nukleerî dixebite ji Rûsyayê ber bi Cemsera Bakur ve bi rê ketin ku xala dawî ya cîhanê ya li ser nexşeyê ye.”

Rend Arî her wiha da zanîn:

“Tenê keştiyên nukleerî yên Rûsyayê dikarin biçin wê herêmê.

Ji ber ku tevahiya axê bi berf û qeşayê hatiye girtin û tenê keştiyên bihêz dikarin wê qeşayê bişikînin.”

Rend Arî diyar kir ku di seferê de ji bilî 15 kesên ku hatibûn hilbijartin 150 kesên din jî hebûn û her wiha 100 karmendên keştiyê jî bi wan re bûne.

Rend Arî her wiha da zanîn heta ku ew gihîştin cihê xwe semîner û atolyeyên zanistî jî hatin lidarxistin.

“Ez pê serbilind im”

Rend Ariyê ku bi Alaya Kurdistanê çû xala dawî ya cîhanê got:

“Hemû beşdar bi alayên welatê xwe beşdar bûbûn.

Ez yekem Kurd bûm ku bi Alaya Kurdistanê çûm û ez pê serbilind im.”

Gera Cemsera Bakur 13ê Tebaxê dest pê kir û 10 rojan berdewam kir.

Rend Arî her wiha anî ziman:

“Ji ber ku ti alavên ragihandinê nedixebitîn em li wir bi tevahî ji cîhanê hatibûn îzolekirin.

Piştî gerê ez bûm nûnerê Rosatomê Îraq û Kurdistanê.

Em dê hewl bidin ku di paşerojê de vê saziya girîng bînin Kurdistanê û li wir kar û projeyên xwe pêk bînin.

Ji ber ku ew sazî li ser petrol, enerjiya atomî û hêza bayê dixebite.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin