Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
.
HSDyê ragihand ku şervanên wan li Minbicê ciwanekî Kurd ê Êzdî ji destê DAIŞê rizgar kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku ciwanekî Kurd ê Êzidî yê ji gundê Koçoyê yê Şingalê hat rizgarkirin.
Tîmên Operasyonên Taybet (TOl) ên HSDyê li bajarê Minbicê operasyonek pêk anî.
Li gorî daxuyaniyê, şervanên HSDyê di operasyonê de Diyar Elî Refoyê Kurd ê Êzdî li hundirê malekê dît.
Diyar Elî Revoyê ji gundê gundê Koçoyê yê Şingalê di êrişên DAIŞê de hatibû revandin.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê dîmenê ciwanê revandî weşand.
Diyar Elî Refo di vîdeoyê de behsa revandina xwe û malbata xwe ji aliyê DAIŞê ve dikeû dibêje:
“Navê min Diyar Elî Revo ye, navê dayika min Sode ye. Du bira û sê xwişkê min hene. Ez sala 2004an hatime dinê.
Min heta pola sêyem li gundê Koçoyê xwend. Xwişka min a ji min mezintir, di 16 saliya xwe de mir, navê wê Emşe bû.
Şîlan jî 17-18 salî ye û Intîsar temenê 20 salî ye.
DAIŞê destpêkê li gundê me em li dibistanekê kom kirin. Hemû zilam li nav dibistanê kom kirin, piştre jin û zarok û zilam bi hev re, li qada duyem, kom kirin.
Piştre hemû zilam birin cihekî nediyar û heta niha ez tiştekî li ser çarenivîsa dayik û xwişkên xwe nizanim.
Piştî zilam veguhastin, êdî bi barhilgiran jin û zarok veguhastin, di nav wan de jî, malbata min, ez, du birayên min, xwişkên min û dêya min, em birin Şingalê.
Ji wê derê em birin Tileferê û em xistin dibistaneke mezin û li wê derê ez ji dayika xwe hatim cudakirin.
Wan ez bi hin kesên din re birim dibistaneke din lê her du birayên min bi dayika min re man.
Wan em li ser fêrbûna eqîde û fiqihê neçar dikirin. Her wiha ez neçar bûm, tevlî perwerdeta leşkerî bibim. Çi kesê ku 14 sal derbas kiribe wan re tevlî rahênana leşkerî dikir.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin