Ciwanekî Kurd Xelata Şahê Swêdê wergirt
Di heyama 4 salan de du endamên malbateke Helebceyî ku li welatê Swêdê dijîn, xelata şahê wî welatî bidest xistine.
Di heyama 4 salan de du endamên malbateke Helebceyî ku li welatê Swêdê dijîn, xelata şahê wî welatî bidest xistine.
Rewa û Sîma Helebceyî, di pola 12an de bi rêjeya 100 ji 100î biribûn ku li Siwêdê bilintirîn reqem e.
Rewa ku xwediyê xelata şahitiyê ye, dilxweş e bi wê serkeftinê û dibêje piştî temamkirina xwendina xwe dixwaze vegere Kurdistanê û xizmeta welat û xelkê xwe bike.
Beriya Rewa, xwîşka wî ya bi navê Sîma jî sala 2015an heman xelatê şahitiyê wergirtibû û ew niha xwendekara pola 5 a bîjişkiya giştî ye.
Bavê Rewa û Sîmayê, Şaho Helebceyî jî dibêje, tevî ku wî nikarîbû li derveyî welat dirêjiyê bide xwendina xwe û ji ber perwerdekirina zarokê xwe dest ji xwendinê berdaye jî, lê niha cihê şanazî û serbilindiyê ye ku zarokên wî ew xelat bidest xistine.
Rewa Helebceyî yek ji wan xwandekaran e ku li bajarê Yûkoborî yê dikeve rojavayê wî welatî, li mala şah bi amadebûna malbat û nûnerê şah hat xelatkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin