Ciwanên Colemergê rê li ber leşkerên Tirkiyê girtin
.
Beşek ji xelkê parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê nerazîbûn nîşanî çawişên pispor ên Artêşa Tirkiyê dan ku dixwestin li navenda bajêr bi girseyî şampiyoniya tîma Trabzonsporê pîroz bikin. Li ser nerazîbûnan, alozî di navbera herdu aliyan de derket û polîsan navenda bajêr dorpêç kirin.
Di demekê de ku ev zêdeyî 4 sal in li Colemêrgê bi hincetên cuda hemû çalakî tên qedexekirin, hinek çawişên pispor ên Artêşa Tirkiyê şeva borî xwestin, li navenda wê parêzgehê bi helkefta pîrozkirina şampiyoniya Tîma Trabzonsporê çalakiyeke girseyî bikin û meşaleyan pêxin.
Li gor dîmenên li ser medya civakî hatine belav kirin beşek ji xelkê Colemêrgê vê hewla çalakiya çawîşên pispor protesto dikin û dirûşmên piştevaniyê bo Tîma Amedsporê bilind dikin.
Li gor zanyariyên di beşek ji medya Tirkiyê de hatine belavkirin, di dema protestoyê de wan leşkerên Tirkiyê sivikatî bi xelkê kirine. Li ser vê yekê alozî di navbera herdû aliyan de derketiye û polîsan jî navenda bajêr bi zirxpoşan dorpêç kirine.
Tîma Trabzonsporê bi encama yeksaniya 2-2 di lîstika şeva borî 29ê Gulana 2022ê de li beramber Antalyaspor bi bidestxistina 77 xalan di 3 heftiyên dawî yên bidawîbûna lîgê de şampiyoniya xwe ragihandibû. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî bi heman awayî di dema pîrozkirina şampiyoniya tîma Trabzonsporê de li bajarê Trabzonê yê Tirkiyê, ji aliyê alîgirên wê tîmê ve hatibû protestokirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin