Ciwanên serhildêr ên Şinoyê alaya Kurdistanê bilind kirin
.
A+A-
Duh şev 20ê Çirîya Paşîn, ciwanên bajarê Şinoyê rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîma Îranê û herifîna wê rejîmê serhildan.
Ciwanên Şinoyê li ser bilidngoya mizgevta bajar daxwaz ji xelkê kirin ku tevlî serhildana xelkê bibin û paşê silogana “bijî Hizba Demokrat” dan.
Xelkê li ser şeqaman bi dana siloganan: “Em xortên Pêşewan e û nakevin.”
Serhildêran di nav kolana de alaya Kurdistanê bilind kirin û siloganên bijî Hizba Demokrat û mirin bo dîktator dan. Û daxwaza piştgirîya serhildêrên Mihabatê kirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin