“Ciwanên Şoreşger” êrîşî ahenga xelatkirina xwendekarên kurd ên serkeftî kir

“Ciwanên Şoreşger” êrîşî ahenga xelatkirina xwendekarên kurd ên serkeftî kir

.

A+A-

Komek ji “Tevgera Ciwanên Şoreşger” a ser bi Rêveberiya Xweser ve êrîşî ahengeke Partiya Yekîtî ya xelatkirina xwendekarên serkeftî li taxa Şêx Meqsûd a li Helebê kir û li rêveberiya ahengê û hejmarek xwendekar dan.

Rêxistina Helebê ya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) duhî di daxuyaniyekê de belav kir, “Êvara 7ê Îlonê, piştî ku nêzîkî 200 xwendekarên serkeftî ligel malbatên xwe beşdarî merasîma xelatkirinê a li hola Stêrk a taxa Şêx Meqsûd bûn, bi mebesta xelatkirina wan ji aliyê rêxistina me ve, dora 30 endamên Ciwanên Şoreşger bi amûrên tûj ketin holê, êrîşî pêşkêşkar û rêveberiya merasîmê û hinek ji beşdaran kirin û li wan dan, kursî û mase şikandin, ala partiyê şewitandin û siloganên ji bo ‘Rêber Abdullah Ocalan’ gotin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ji ber tirsa ku qewimiye, lêdanên bêserûber û derkirina beşdarên ahengê, hejmarek kes birîndar bûn û lingên hinan şikestin.”

Rêxistina Helebê ya Partiya Yekîtî got jî: “Em li Helebê her sal merasîmên serkeftina xwendekarên serkeftî lidar dixin û herî dawî û xwendekar û malbatên wan bê cudahî vedixwînin, herî dawî jî roja 19ê meha Tebaxa borî bû ku em moletê jî ji Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) werdigirin.”

Partiya Yekîtî dibêje: “Ev kiryara tundûtûjiyê ya bi plankirî, berûvajî nirxên exlaqî, pirensîpên mafên mirovan, hewldanên belavkirina zanist û zanînê û rêzikname û yasayên Rêveberiya Xweser e, em van kiryaran şermezar dikin ku zirarê dide nêzîkbûna Kurdî-Kurdî û navê Rêveberiya Xweser.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin: “Em bang li rêveberiya taxa Şêx Meqsûd dikin ku lêkolîneke bêalî bike û êrîşkaran berpirsyar bibîne, di demekê de ku diviyabû ahenga me bihata parastin. Herwiha em rêveberiya taxê ji ber tundûtûjî û ziyanên manewî û madî yên ku çêbûne, berpirsyar dibînin.”

Taxa Şêx Meqsûd a Helebê, wek taxa Kurdan tê nasîn bi hezar Kurd û bi taybet ên Efrînê lê dijîn. Ew tax di destê YPG/HSD de ye û Rêveberiya Xweser jî lê hatiye ragihandin.

 

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin