CIZÎR - Jinek cil û bergên Kurdî kirê dike: ‘Biha ne!’
.
Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê jinekê ji ber bihabûna cil û bergên Kurdî dest bi kirêkirina wan kir.
Cil û bergên Kurdî di dawet û şahiyan de xeml û bedewiya jin û mêrên Kurd in.
Zamanxan Sariyildizê bi vê hizrê dest ji karê xwe berdaye û li Cizîra Botan dikana kirêkirina cil û bergên Kurdî vekiriye.
Xwediya dikanê Zamanxan Sariyildizê li ser karê xwe got:
“Ez Zamanxan Kurdî ji Cizîra Botan im, beriya niha min karê jimêryariyê dikir.
Min ew qasî ji cil û bergên Kurdî û çanda Kurdî hez dikir ku min xwest bi vî karî re mijûl bibim.
Lewma min dikana cil û bergên Kurdî vekir.
Me dikana xwe li cem Medreseya Sor li kêleka Mizgefta Nûh Nebî vekir.
Jimêryariyê gelek serê min diêşand û min 8 salan ew kar kir.
Min dixwest êdî ez çanda Kurdî bixim jiyana xwe.”
Li Cizîrê destek cilên Kurdî yên jinan ji hezar û 500 lîreyên Tirkî dest pê dike û li gorî kalîteya wan digihe 8 hezar lîreyên Tirkî.
Cilên mêran jî li gorî qumaş di navbera 2 hezar û 500 û 5 hezar lîreyên Tirkî de ye.
Eger cureyê wan şal û şepikên resen bin hinek caran xwe li 45 hezar lîreyên Tirkî jî dide.
Kesên ku ji wan nayê wî pereyî bidin qesta dikana Zamanxanê dikin û ji bo rojên xwe yên taybet cilên rengorenk û curbicur ên Kurdî kirê dikin.
“Cil û bergên Kurdî biha ne”
Xwediya dikanê Zamanxan Sariyildizê her wiha anî ziman:
“Ji ber ku cil û bergên Kurdî biha ne, welatî dixwazin di dawetan de şevek û rojekê li xwe bikin, ji ber wê jî tên kirê dikin.
Kirêya me jî li gorî her derê hindik e. Ji ber ku me nû vekiriye em dixwazin gelê me were dikana me.
Ji ber wê jî em li gorî her kesî bi nirxekî kêmtir didin.”
Piraniya cilên ku li dikanê ne dirûn û destûrên Başûrê Kurdistanê ne.
Zamanxan Sariyildiz plan dike ji deverên din ên Kurdistanê jî cil û bergan ji bo kirê bîne dikana xwe.
Xwediya dikanê Zamanxan Sariyildizê li ser hezkirina xwe ya cil û bergên Kurdî got:
“Ez zêde ji cil û bergên aliyê Başûr hez dikim. Ji ber wê jî herî zêde yên aliyê Başûr li vê derê ne.
Ez dixwazim hemû cil û bergên Kurdan ji kîjan herêmê dibe bila bibe bînim vê derê.
Ev destpêk e û bi saya Xwedê em dê di siberojê de dikana xwe tije bikin.”
Niha li dikanê bi giştî ji bo jin, mêr û zarokan 120 dest cil û bergên Kurdî hene.
Kirêya şevek û rojeke destek cilên Kurdî ji 300 lîreyên Tirkî dest pê dike û herî zêde 800 lîreyên Tirkî ye.
Ji bilî kirêkirina cilan kemer û xişrên curbicur jî li dikanê tên firotin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin