
Colemêrgî : Bila Gola Zûrya bê çêkirin û paqijkirin
Welatiyên xwestin Gola Zûrya ku malovaniya gelek çivîk û masiyan dike bê tîmarkirin, bang li şaredariyê kirin ku demildest tev bigere.
Welatiyên xwestin Gola Zûrya ku malovaniya gelek çivîk û masiyan dike bê tîmarkirin, bang li şaredariyê kirin ku demildest tev bigere.
Li Colemêrgê, welatiyan xwest Gola Zûrya ku malovaniya gelek çivîkan û masiyan dike bê tîmarkirin û giyanewerên di nav golê û li derdora golê bên parastin û bibe devereke ku gel bi rihetî bikaribin biçinê.
‘MASÎ XISTIN GOLÊ'
Di sala 2017'an de Midûriyeta Çandinî û Sewalvaniyê ya Colemêrgê 15 hezar çêlikên masiyan berdan golê. Lê belê hat diyarkirin ku masiyên berdane golê zêlûyên ji bo wucûda mirov baş in xwarine.
Hanze Kaplan a 75 salî diyar kir ku berê dora golê pir paqij bû û mirov ji bo vehesandinê dihatin qeraxa golê û zêlûyên di golê de ji bo gelek kesan dibûn şîfa. Kaplan, anî ziman ku lê belê di demên dawî de ji ber hafriyata tê rijandin derdora golê xirab bûye û got: "Berê di golê de gelek zêlû hebûn. Lê niah anxuyên. Ji xeynî zêlûyan malovaniya gelek heywanan jî dike. Eger gol bê tîmarkirin û derdora wê bê rastkirin em ê pir kêfxweş bibin."
Ercan Mavîgoz ku li Colemêrgê mamsote ye û heftê herî kêm carekê tevî zarokê xwe û hevjîna xwe tê golê, bilêv kir ku divê ev gol ji nifşên bê re bimîne û got: "Welatiyên tên li vira xwe vedihesînin çopên xwe davêjin û ev jî dibe sedema qirêjbûna derdorê. Em naxwazin wisa be. Wexta zarokên me bên vira divê goleke paqij bibînin." Mavîgoz, bang li rayedarên şaredariyê jî kir û got: "Em ji şaredar û endamên meclîsê rica dikin ku rojek berî rojekê dora golê rast bikin."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin