Cotkaran li ber Parlamentoya Ewropayê xwepêşandan kir

Cotkaran li ber Parlamentoya Ewropayê xwepêşandan kir

.

A+A-

Li Belçîkayê cotkaran bihabûn, polîtîkayên jîngehê yên Yekîtiya Ewropayê û hilberînên erzan ên îthalê protesto kirin.

Grûpek cotkar jî li Meydana Luksemburgê, li ber Parlamentoya Ewropayê xwepêşandan li dar xist.

Ji ber xwepêşandanê, deriyên hewşa parlamentoyê bi têlên bi sîx hatin girtin.

Xwepêşandanên cotkar ên Belçîkayî yên ku ji ber pirsgirêkên di sektora çandiniyê de rû didin doh jî berdewam kir.

Cotkaran bi traktoran rêya Brukselê û rêyên sereke yên çûyîna bajarên din ji çûnûhatinê re girtin.

Cotkar li hemberî zêdebûna mesrefan daxwaza bihabûna berhemên çandiniyê dikin.

Herwiha cotkar qaîdeyên hawirdor û avhewayê yên Yekîtiya Ewropayê jî rexne dikin.

Li Ewropayê cotkar di çalakiyê de ne

Cotkarên welatên Ewropayê demeke li dijî polîtîkayên çandiniyê xwepêşandanan li dar dixin.

Di destpêka van welatan de jî Almanya, Fransa, Spanya, Holenda, Belçîka, Polonya, Îtalya û Macaristan tê.

Pirsgirêkên ku ji aliyê cotkaran ve têne rexnekirin, polîtîkaya Yekîtiyê ya çandiniyê, armancên restorekirina xwezayê, qutkirina piştgiriyê, mesrefên zêde yên enerjî, sotemenî û gubreyê yên ku di encama şerê Rûsya-Ukraynayê de derketine û berhemên erzan ên ji Ukraynayê tên in.

Cotkaran li seranserî Ewropayê ji ber zêdebûna bihayê sotemeniyê, bac û kêmbûna piştgiriyê, ji par ve li ber sazî û rêxistinên curbecur xwepêşandanan li dar dixin.

Cotkar bi rijandina heriyê yan jî gubreyê nerazîbûna xwe nîşan didin.

Cotkar Yekîtiya Ewropayê rexne dikin û dibêjin, “di çarçoveya Peymana Kesk de, çandiniyê zehmet dikin û bi qaîdeyên hişk ên li ser bikaranîna gubre û pestîsîtê jî zehmet dikin.”

Dema ku li Polonya û Romanyayê daxwaza qedexekirina îthalata dexlên erzan ên Ukraynayê derdikeve pêş, li Fransayê jî zêdekirina bihayê sotemeniyê û bernameya “Peymana Kesk” a Yekîtiya Ewropayê û zêdekirina lêçûnên li Îtalyayê cihê bertekan e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin