CPT: Îsal 17 sivîl ji ber êrişên Tirkiyeyê şehîd ketine
.
– Berpirsê CPTyê Kameran Usman diyar kir ku di 9 mehên dawî yên îsal de 17 sivîlş ji ber êrişên Tirkiyeyê şehît ketine.
Berpirsê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Usman li ser encamên êrişên Tirkiyeyê ji Rûdawê re axivî.
Kameran Usman eşkere kir ku li gorî salên borî Tirkiyeyê îsal êrişî hemû herêm û parêzgehên Herêma Kurdistanê kiriye.
Kameran Usman da zanîn ku heta niha ji ber êrişên Tirkiyeyê 17 sivîl şehîd ketine.
Kameran Usman behsa hejmara êrişên Tirkiyeyê jî kir û wiha berdewam kir:
“Di 9 mehên îsal de Tirkiyeyê nêzîkî hezar û 600 carî êrişî Herêma Kurdistanê kir.
Tirkiyeyê sala borî bi tevahî hezar û 548 carî êrişî Herêma Kurdistanê kiribû.
Îsal 17 sivîl ji ber êrişan şehîd ketine û 4 sivîl jî birîndar bûne.”
CPT bi taybetî li ser binpêkirin û êrişên Îran û Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê raporan belav dike.
Kameran Usman da zanîn ku ew ji bi wergirtina zanyariyan û çavdêriya rewşê bi awayekî meydanî çûye navçeya Amêdiyê ya Dihokê û herêmên din ên Behdînanê.
Li gorî Kameran Usman, hefteya borî hêzên Tirkiyeyê 27 caran êrişî Çiyayê Gareyê kiriye.
“Ji sedî 93yê êrişan bi balafiran hatine kirin”
Kameran Usman her wiha di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku hêzên topxaneyên Tirkiyeyê hezar û 76 caran Herêma Kurdistanê topbaran kiriye.
Kameran Usman eşkere kir ku ji sedî 93yê êrişên Tirkiyeyê bi rêya balafirên şer bûne û êrişên din jî bi top û dronan hatine kirin.
Li gorî gotina Kameran Usman, piraniya êrişan li dorûbera çiyayên Metîna û Gareyê yên li parêzgeha Dihokê hatine kirin.
Navên wan gundên li dorûbera Çiyayê Gareyê yên di bin êriş û bomberbaranê de mane wiha ne: Guherzê, Berçê, Belava, Kanê, Aşkê Bêrê û Sergelê.
Her wiha navên gundên dorûbera Çiyayê Metîna yên di bin êriş û bombebaranê jî de mane jî wiha ne: Mijê, Kevnemijê, Spîndarê, Dêreşê, Gîrgaşê.
Li gorî zanyariyên CPTyê, ji ber Şerê PKK û Tirkiyeyê heta niha herî kêm 170 gundên Herêma Kurdistanê hatine valakirin û metirsî heye 602 gundên din jî werin valakirin.
Artêşa Tirkiyeyê bi hinceta gerîlayên PKKyê ji destpêka salên 1990î ve bi balafir û topan êrişî herêmên ser sînor ê Herêma Kurdistanê dike.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin