
CPT: Ji ber şer hezar û 190 gund vala bûne yan li ber valabûnû ne
.
Li gorî daneyên CPTyê, ji ber şerê Tirkiye û PKKê di salên borî de, li Herêma Kurdistanê 183 gund bi temamî vala bûne û 602 gund metirsiya valabûnê li ser wan heye.
Berpirsê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Usman li ser şerê PKK û Tirkiyeyê ji Rûdawê re axivî.
Kamiran Osman, got: "Ji 183 gundên ku ji ber êrişên Tirkiyeyê vala bûne, 107 gund ji wan li parêzgeha Dihokê bûn, 65 gund ji wan li parêzgeha Hewlêrê, 8 gund ji wan li parêzgeha Silêmaniyê bûn û sê gund jî li Şingalê bûn."
Li gorî gotinên Kameran Osman, li ser 602 gundan metirsiya valabûnê heye.
Endamê CPTyê Osman dibêje: "Ew gundên ku metirsiya valabûnê li ser wan heye, berê gelek malbat tê de hebûn, lê ji ber bombebaran û êrişên artêşa Tirkiyeyê beşeke mezin a gundiyan gundên xwe vala kirine û beşeke kêm maye".
Her wiha Osman got, "Ji ber şer 405 gundên ku bi sedema Pêvajoya Enfalê, şerê Pêşmerge û rejîma berê ya Îraqê, şerê DAIŞê vala bûbûn, ji ber bombebaran û êrişên artêşa Tirkiyeyê, piştî bidawîhatina rejîma Beesê û şerê DAIŞê jî, xelkê wan gundên nekarîne gundên xwe ava bikin".
Herî zêde gundên ku ji ber şer zererên mezin dîtine li parêzgeha Dihokê ne ku 527 gund in.
Paşê li parêzgeha Hewlêrê 415 gund, piştre li parêzgeha Silêmaniyê 233 gund û li Şingalê jî 15 gund ji ber şer zerer dîtine.
353 kesan canê xwe ji dest daye
Artêşa Tirkiyeyê bi hinceta gerîlayên PKKyê ji destpêka salên 1990î ve bi balafir û topan êrişî herêmên ser sînor ê Herêma Kurdistanê dike.
Li gorî amarên CPTê, "Ji 01ê Kanûna Paşîn a1991ê ve 721 welatî bûne qurbaniyên bombebaranên Tirkiyeyê ku 353 ji wan canê xwe ji dest daye û 368 jî birîndar bûne."
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibatê xwestibû ku PKK fesix bike û çekan deyne.
Li aliyê Komîteya Birêvebir a PKKyê jî 1ê Adarê li ser banga Ocalan daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew dê pêbendî banga Ocalan bibin û li gorî pêwîstiyên wê tevbigerin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin