Crate&Barrel ji bazara Tirkiye derdikeve
Şirketa navdar a cîhanî ya mobilyayê Crate&Barrel biryar da ji bazara Tirkiye derkeve.
A+A-
Crate&Barrel di cîhanê de xwediyê ji zêdetirî 100 cîgehan e. Li welatên Amerika, Kanada, Kosta Rika, Tayvan, Perû, Kolombiya, Dubai, Singapûr û Meksika di nav bazara mobilya de, di rêzên sereke de cîh digre.
Di agahdariya ku di malpera xwe de belavkirî de Crate&Barrel ragihand ku piştî 5 salan ji xebatê di bazara Tirkiye de, ji Tirkiye derdikeve.
Ligor pîsporên aborî egera derketina Crate&Barrel ji ber aloziya aboriya Tirkiye, rewşa kirîn a hevwelatiyan û bacên ku bandore li şirketê dikin e.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin