Dadgeha Bilind ya Frankfurtê li DAIŞiyekê 4 sal ceza birî
.
Rûpela Nû / Li Almanyayê dozên li himberî DAIŞiyan dom dikin. Piştî Dadgeha BIlind ya Dusseldorf û ya Munîhê li du jinên beşdarî DAIŞê bibû ceza birîn, niha jî Dadgeha Bilind ya Frankfurtê li jineke bi navê Kim Teresa A.(32) çar sal ceza birî.
Li gor agahiyên dadgehê û lixwemikurhatinên Kim Teresayê, ew di sala 2009an de bûye misliman û di 2014an de ji bo beşdarî DAIŞê bibe, çûye Sûriyeyê û tevî hevjînê xwe ketiye nav DAIŞê. Ji çalakiyên wê di yên Medyaya Civakî de hatiye tesbîtkiirin ku wê li ser internetê şervan ji DAIŞê re peyda kiriye û bo hatina wan ya Sûriyeyê rê bi ber wan xistiye.
Herwisa li gor agahyiyên di dest dadgehê de, Kim Teresa li Sûriyeyê beşdarî perwerdeya leşkerî jî bûye û hînî bikaranîna çekan bûye. Dadgehê xwebixwe devjêberdana Kim Teresayê ya ji DAIŞê û belevkirina veqetandina xwe di Medyaya Civakî de weke sedemeke sivikkirina cezayê wê dîtiye û lewma jî çar sal ceza lê biriye.
Balkêşiyeke vê dozê ev bû ku serokê berê yê Partiya Çep Gregor Gysi parêzerê vê jina DAIŞî bû. Nayê zanîn bê Gysi çewa û ji çi sedemê bûye parêzera DAIŞiyekê, lê tê zanîn ku G.Gysi di dema destpêka şerê limberî DAIŞê ku wê demê serokê Partiya Çep bû,j i bo dewleta Almanyayê alîkariya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê neke, çi destê wî hat texsîr nekir.
Hejayî gotinê ku hîn çend dozên dinê jî li himberî DAIŞiyên ku vegeriyane, dom dikin.
RN/Almanya
31.10.2021
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin