Dadgeha Destûra Tirkiyê doza jêrzemînên Cizîrê red kir
.
Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê doza jêrzemînên Cizîrê ya derbarê mirina bi dehan kesan di dema qedexeya derketina derve ya sala 2015 de red kir. Sedema redkirina dozê îro di Rojnameya Fermî ya dewletê de hat weşandin.
Îro hinceta redkirina dozê di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de hat belavkirin.
Sedema redkirinê “temamnekirina belgeyên kêm di dema diyarkirî de” hat destnîşankirin.
Li ser navê xizmên bi dehan kesên jiyana xwe ji dest dan, Hevserokê Giştî yê ÎHDê parêzer Ozturk Turkdogan bi delîlên ku binpêkirina mafê jiyanê, azadiya kesane û ewlehiyê, bibpêkirina mafên bingehîn û azadiyan û serederiya xirab serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû.
Dadgeha Destûra Bingehîn, têkildarî biryara xwe ya bi dîroka 21 Nîsana 2021an de ragihand ku “di dema serlêdanê de ji parêzeran re dem hat diyarkirin ku belgeyên kêm amade bikin, lê parêzeran di vê heyama qanûnî de ku 45 rojan dom kir, kêmasiyên belgeyên dozê rast nekirin û ji ber vê yekê serlêdan hat redkirin.”
Di biryarê de tê gotin: “Doz hat redkirin, ji ber ku kêmasiyê di dozê de di dema destnîşankirî de bêyî ti sedemeke pêbawer nehat berterefkirin.”
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê di 14ê Kanûna 2015an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û 79 rojan berdewam kiribû û di vê qedexê de gelek kesan di jêrzemînan de canê xwe ji dest dabûn.
Malbatên van kesên ku li Taxa Cûdî ya Cizîrê di “jêrzemîna sêyemîn” de canê xwe ji dest dabûn û ji hêla gel ve wekî "jêrzemîna wehşetê" dihat zanîn, derbarê bûyerê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê dabûn.
Li ser navên malbatên kesên ku di jêrzemînan de canê xwe ji dest dane Ahmet Tunç, Arjin Edin, Berivan Edin, Guler Yerbasan, Kemal Koç, Mehmet Akyol, Mehmet Siraç Ozgul, Muhammed Ali Edin, Nermiye Iverendi, Recep Demir, Sahip Baran Edin, Sait Bilgiç, Selim Ozkul, Suleyman Edin, Suleyman Turgut û Zekiye Edin serî li dadgehê dabûn.
Lê doza wan di 21ê Nîsanê de ji aliyê dadgehê ve hatibû redkirin, li gel wê jî hingê sedema redkirina dozê di rojnameya fermî ya dewletê de nehatibû belavkirin.
Pêştir serlêdana têkildarî doza Robozkê (Roboskî) jî bi heman sedemî hatibû redkirin.
Di 28ê Kanûna 2011an de firokeyên cengî yên Tirkiyê gundê Robozkê yê Qlaban a Şirnex bombebaran kiribûn ku di encamê de 34 kesan canê xwe ji dest dabûn û 19 kes ji wan jî zarok bûn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin