Dadgeha federal a Iraqê biryarek di berjewendîya Kurdistanê de da
Dadgeha federal a Iraqê doza ku ji alîyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatibû vekirin de biryar da û biryar li gor berjewendîya Kurdistanê ye.
Navenda Nûçeyan- Îro 12.11.2019ê dadgeha federal a Iraqê çend xalekî yasaya helbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê hilweşand, ku rê da ji koçberên parêzgehên Nînowa, Kerkûk, Diyale û Selahedînê beşdarî helbijartinê bibin.
Serokê lijneya navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Ciwan Rojbeyanî ji BasNewsê re ragihand, îro bi amadebûna wekîlê lijneya wan ve, dadgeha federal a Iraqê rûniştinek li ser doza parlamentoyê birêve bir.
Ciwan Rojbeyanî ragihand, di rûniştinê de dadgeha federal doza Parlamentoya Kurdistanê li ser yasayê pejirand û ew xalên ku rêgirbûn li pêş dengdana koçberên wan parêzgehan hilweşand.
Li gor biryara dadgeha federal, koçberên wan parêzgehan, ku piranîya wan kurdin û li herêma Kurdistanê jîyan dikin, dikarin beşdarî li helbijartinên encûmena parêzgehên xwe de bikin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin