Dadgeha Îranê cezayê bidarvekirinê li çalakvana kurd Pexşan Ezîzî birî

Dadgeha Îranê cezayê bidarvekirinê li çalakvana kurd Pexşan Ezîzî birî

.

A+A-

Dadgeha Îranê cezayê bidarvekirinê li çalakvana kurd Pexşan Ezîzî birî ku nêzî salekê ye ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye girtin.

Medyaya Rojhilatê Kurdistanê ragihand, Şaxa Tehranê ya Dadgeha Şoreşê ya Îranê, cezayê bidarvekirinê li çalakvana kurd Pexşan Ezîzî biriye.

Pexşan Ezîzî xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye û 11 meh û 21 rojin li girtîgeha Êwînê ya Tehranê girtiye û bi endamtiya PJAK û neyartiya Komara Îslamî ya Îranê hatiye tometbarkirin.

Pexşan Ezîzî tometên li ser xwe red kiribû û diyar kiribû ku weke lêkolereke siyasî serdana Şingal û Kobanê kiriye û hevkariya jinan di şerê li dijî DAIŞê de kiriye û çek ranekiriye.

Pexşan Ezîzî xwediyê bawernameya Şêwirmendiya Civakî ya Zanîngeha Tebatebayî ya Tehranê ye û bi Endama Komelgeha Jinên Rojhilatê Kurdistanê Werîşe Mûradî re di 4ê tebaxa sala 2023an de hate girtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin