Dadgeha Tirk Cezayên Kavala û Hevalên Wî Pejirandin
.
Dadgeheke pêdaçûnê ya Tirkîyê îro Çarşemê biryara mahkûmkirina xêrxwaz û karsaz Osman Kavala pejirand.
Kavala di meha Nîsanê de bi sedema ku di sala 2013yan de bi fînansekirina xwepêşandanên kolanan hewil daye hikûmeta hilweşîne, cezayê zindanê yê bi dirêjîya jînê sitandibû.
Xêncî Kavala, 7 kesên din jî jiber rolên xwe yên li çalakîyên Parka Gezî ya Stenbolê 18 sal cezayê zîndanê girtin.
Medya dewletê ya Tirkîyê, Ajanasa Anadoluyê ragihand ku dadgeha pêdaçûnê dîyar kiriye ku biryara meha Nîsanê qanûnî ye.
Kesên ceza xwarine îtirazê hîn jî dikarin serî li Dadgeha Bilind ya Tirkîyê bidin.
Jiber girtina Kavala, peywendîyên Tirkîye û hevbendên wê yên Rojavayê ji 2017’an vir ve sar in.
Kavala bi gotinên xwe yên nermrê û bi projeyên xwe yên bo meşandina karên çandî û hunerî tê naskirin.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îdia dike ku Kavala, ajanê mîlyardarê Amerîkî George Soros e û dîyar dike ku wî xwestiye bi pereyên bîyanan dewletê hilweşîne.
Amerîka dibêje ew bi girtina Kavala re di xemgînîyeke kûr de ye û Almanya dixwaze ku ew demûdest were berdan.
Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupayê jî bi biryarê xwestibû ku Kavala berde, lê Tirkîyê ew biryar paşguh kiribû.
Jêder: VOA/AFP
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin