Dadgehê daxwaza girtina çawişê pispor Mûsa Orhan dîsa qebûl nekir
.
3emîn danişîna doza dadgehkirina Mûsa Orhan, çawişê pispor ku tecawiz li Îpek Erê kiribû û bûbû sedemê xwekuştina wê, îro pêk hatiye. Dadgehê daxwaza girtina Mûsa Orhanî qebûl nekiriye.
3emîn danişîna doza dadgehkirina Mûsa Orhan, çawişê pispor ku tecawiz li Îpek Erê kiribû û bûbû sedem ku Er xwe bi kuje, îro li 1em Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê pêk hatiye.
Malbata Îpek Erê, parêzerên malbatê, baroyên Amed, Êlih, Sêrtê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Ûca, Nûran Îmîr û Siddik Taş, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TAJ) endamên KESKê, rêvberên HDP û DBP’ê yên Amed, Êlih û Sêrtê beşdarî danişînê bûne.
Herweha bersûc Mûsa Orhan û parêzerên wî, ji Enqerê bi Sîstema Deng û Dîmenî(SEGBÎS) beşdarî danişînê bûne.
Rojnamegerên ku xwestine danişînê bi şopînin, bi hinceta fermana serokê dadgehê ji edliyê hatine derxistin.
Mûsa Orhanî bi sûcê ku “êrişa zayendî ya biwesf” kiriye tê dadgeh kirin. Heyeta dadgehê daxwaza girtinê ya ji bo Orhanî careke din qebûl nekiriye û danişîn taloqî 16ê îlonê kiriye.
Çi bûbû?
Li navçeya Qubînê ya Êlihê, Î. E.ya 18 salî ya di 16ê Tîrmeha 2020an de hewl dabû xwe bikuje. Î. E. yê paşê aşkere kiribû ku Mûsa O. çawişê pispor tecawiz li wê kiriye. Î. E. ya ku li nexweşxaneyê dihate dermankirin, îro can daye.
Î. E. piştî ku xwestibû xwe bikuje û ew li nexweşxaneyê dihate dermankirin, malbata wê nameya wê dîtibû. Î. E. yê di nameya xwe de gotibû ku çawişê pispor Mûsa O.yî tecawiz lê kiriye.
Malbata Î. E. yê giliyê çawişê pispor kiribû û Mûsa O. heman rojê hatibû desteserkirin. Çawişê pispor di îfadeya xwe de ew tohmet qebûl nekiribûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Rapora Tipa Edlî aşkere kiribû ku Mûsa O. yî tecawizî Î. E. yê kiriye. Di encama vê rewşê de Mûsa O. yî îdia kiribû ku dema ew û Î. E. li Sêrtê hatine ba hev ew serxweş bûye.
Biryara “nepenîtiyê” ji bo dosyaya lêpirsînê hatibû dayîn. Çawişê pispor bi tohmeta ku “istismara zayendî ya xurt” kiriye şandibûn ber destê heyeda Dadweriya Silh û Cezayan a Nobedar a Sêrtê lê li vir bi şertê kontrola edlî serbest bûbû.
Malbata Î. E. yê ji bo alîkariya hiqûqî serî li Komeleya Mafên Mirovan a Êlihê dabûn.(AY)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin