Dadgerê darizandina Sedam Husên can da
.
A+A-
Dadgerê darizandina Sedam Husên, Mihemed Ureybî ji ber vîrusa Koronayê can da.
Li gor zanyariyên, vê sibehê rewşa tendirustiyê ya Dadger Mihemed Ureybî bi tevahî têk çûye û pişt re, ji ber giraniya nexweşiya Koronayê, can daye.
Mihemed Ureybî di sala 1969an de li Bexdayê jidayik bûye, di sala 1987an de li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Bexdayê xwendiye û di sala 1992an de, perwedehiya zanîngehê qedandiye.
Di sala 2000an de, li Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê bûye dadger û di sala 2004an de, Serokê Rejîma Beisê ya rûxandî Sedam Husên, ji ber tawanên wî yên Enfal û kîmyabarana Helebceyê, darizand.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin