Dadweriya Îranê cezayê îdamê yê girtiyekî siyasî yê Kurd piştrast kir

Dadweriya Îranê cezayê îdamê yê girtiyekî siyasî yê Kurd piştrast kir

.

A+A-

Dîwana Bilind a Dadwerî ya Îranê cezayê îdamê yê girtiyê siyasî yê Kurd Hemîd Husênnejad Heyderanlû piştrast kir.

Cezayê îdamê yê girtiyeê siyasî yê ji Segrîkê yê navçeya Çaldiranê ya Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê Hemîd Husênnejad Heyderanlû ji aliyê Dîwana Bilind a Dadwerî ya Îranê ve hat piştrastkirin.

Li gorî rapora rêxistinên mafên mirovan Hemîd Husênnejad Heyderanlû 26ê Adarê li girtîgeha navendî ya Urmiyeyê, bi fermî ji piştrastkirina cezayê bidarvekirinê hat agahdarkirin.

Hemîd Husênnejad Heyderanlû Hezîrana 2024an îtirazî biryara destpêkê ya dadgehê kiribû û dosyeya wî ji bo temyîzê radestî Şaxa 9an a Dîwana Bilind a Dadwerî ya Îranê hatibû kirin.

Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê Sibata 2024an bi tohmeta “çalakiya çekdarî ya li dijî desthilatdariya Îranê”, biryara darvekirinê ji Hemîd Husênnejad Heyderanlû re derxistibû.

Hemîd Husênnejad Heyderanlû 13ê Nîsana 2023yan li ser sînorê Çaldiranê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû desteserkirin.

 

RÛDAW 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin