Daiş gefan li HSDyê dike
Rêkxistina Daişê gefa destpêkirina hêrişan li dijî Hevpeymanîya Navdewletî û Hêzên Surya Demokrat (HSD) li Suriyê dike.
Rêkxistîya Daişê gefa destpêkirina hêrişan li dijî Hevpeymanîya Nêvdewletî û Hêzên Surya Demokrat (HSD) li Suriyê dike.
Di girteke vîdyoyî nû de, rêkxistîya Daişê gefa destpêkirina hêrişan li Suriyê dike li dijî Hevpeymanîya Nêvdewletî û HSDyê.
Di wê vîdyoyê de berpirseke Daişê dibêje: Ji nûve şerê me û Hevpeymanîya Nêvdewletî û HSDyê bi dajiwartirîn awayî dest pê dike.
Herweha di wê girteya vîdyoyî de hejmareke xortên Kurd nîşan dide ku ji alîyê Daişê ve hatine li sêdare dan.
Belavbûna vê girteya vîdyoyî di demkê de ye ku berî dû salan li Îraqê bi dawîbûna şer hatîye ragehandin û li Suriyê jî HSD şîyaye piranîya wan deverên di dest Daişê de bûn, rizgar bike.
Derkevtin û belavbûna evan gefên Daişê piştî wê yekê dihêt, ku wezareta Berevanîya Emerîkayê (Pêntagon) li roja 6ê evê mehê ragehadibû, Daiş li Suryê careke din dê ser hilde û di niha de mijûlî xwe rêkxistin û pilandananê ye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin