DAIŞ li rojavayê Iraqê serî radike!
Rêxistina terorîst a DAIŞê li rojavayê Iraqê careke din serî radike û fermandarek leşkeri jî hişyarî da.
Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê fermandarê operasyonên Cizîrê yê artêşa Iraqê Lîwa Qasim Mihemedî hişyarî da DAIŞê û ragehand, ‘’Sînorên di navbera Iraqê û Sûriyê dê bikin goristana DAIŞê.’’
Ev daxuyaniya fermandarê Iraqê di demekî de ye ku li gor zanyariyên berdest li rojavayê parêzgehên Nînowa û Enbarê careke din ji nû ve DAIŞ serî radike û li Hewîce jî tê gotin şaneyên veşartî yên DAIŞê dest bi tevgerê kirine.
Li aliyekî din çekdarên DAIŞê li qezaya Hewîceyê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê ve muxtarên 2 gundan kuştin. Li gorî zanyariyan, DAIŞê bi 70 çekdaran û bi 3 otombîlan êrîşî hêzên Iraqî kirin û bo demekê teqe di navbera herdu aliyan de hate kirin.
Ew demek e, ku liv û tevgera çekdarên DAIŞê li sînorê qezaya Hewîceyê zêde bûye û bi dirêjahiya 50 kîlometran çekdarên wê rêxistinê pêgehên xwe danîne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin