
DAIŞê êrîş kir!
Sê çekdarên DAIŞê li devera Qeyrewanî ya ser bi navçeya Şingalê êriş kirin ser binkeyeke Heşda Şeibî û piştre xwe teqandin.
A+A-
Hat ragihandin ku îro di demjimêr 10:00an de sê çekdarên DAIŞê ku dibe ji Sûriyê hatine nav axa Iraqê, êriş kirin ser binkeyeke çekdarên Heşda Şeibî û piştî şerekî nîv saetê hersêyan jî xwe teqandine.”
Herwiha hat gotin ku ji bilî mirina hersê çekdarên DAIŞê, ziyanên giyanî negihiştiye Heşda Şeibî.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin