DAIŞê Li Xaneqînê êrîş kir
Li Xaneqînê çekdarên DAIŞê êrîşî ser hêzên Iraqî kirin û 4 polîs û efserekî hatin kuştin.
A+A-
Şeva bûrî çekdarên DAIŞê êrîşî ser xaleke pişkinînê ya Polîsa Federalî li başûrê Xaneqînê kirin, piştre jî hêzeke din a Polîsa Federalî bi hawara wê hêzê ve çû.
Hat gotin ku di dema êrîşê de bombeyek bi otombîleke polîsan de teqiya û di encamê de Moqedem Feysel Kerorî û 4 polîsan ve hatin kuştin.
Hate ragihandin çekdarên DAIŞê ji aliyan ve êrîşî ser wê xala Polîsa Federalî kirin û piştre hêzeke polîs û artêşê gihîştin cihê bûyerê.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin