Damezrênera VAKADê Zozan Ozgokçe hat desteserkirin
Sebebê binçavkirina wê ew e ku wê di medyaya sosyal facebook, twitterê û blogan de peyam nivîsandîye û parve kiriye.
A+A-
Îro 27.01.2017ê de damezrênera Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) Zozan Ozgokçe ji bo îfadeyê çûye emnîyetê û li wê hatîye desteserkirin. Hat zanîn ku sebebê binçavkirina wê ew e ku wê di medyaya sosyal facebook, twitterê û blogan de peyam nivîsandîye û parve kiriye.
Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) di 2004ê de wek komeleyeka serbixwe û feminîst hatîye avakirin û di kar û bare xwe de gelek çalak e; di warî mafê mirovî û bi taybet jî ji bo mafê jinan û zarokan gelek semîner daye, qursên xwendin û nivîsandinê û ingilîzî amade kiriye. Zozan yek ji aktivîstê wê yê herî sereke û çalak e.
VAKAD di çerçeweya OHALê de bi biryara qerarnemaka di hukmê qanûnê de 22ê MIjdara 2016ê de hatibû girtin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin