Danîmark koçberên ji Îraq û Herêma Kurdistanê teşwîq dike ku vegerin welatê xwe
.
Danîmark û Dezgeha Rewangeyê bi hevdû re li ser projeyekê dixebitin da alîkariya wan ciwanan bikin ku ji Ewropayê vedigerin Îraq û Herêma Kurdistanê.
Li gorî projeyê, ji bo ew ciwanên ku vedigerin karibin li welatê xwe jiyaneke nû ava bikin dê alîkariya wan bê kirin.
Hikûmeta Danîmarkê sporsoriya vê projeyê dike û Dezgeha Rewangeyê jî projeyê li Îraq û Herêma Kurdistanê bi cîbicî dike.
Li aliyên din ev proje dê heta sala 2026an bidome.
Armanca projeyê ew e ku alîkariyê bide wan koçberan ku niha li Ewropayê ne lê dixwazin vegerin welatên xwe.
Penaberên ku dixwazin vegerin Îraq û Herêma Kurdistanê dikarin bi rêya Dezgeha Rewangeyê navên xwe binivîsin û sûdê ji xizmetên vê projeyê bibînin.
Peter Sorensenê ku di vê projeyê de nûnertiya Danîmarkê dike bû mêvanê bernameya “Rûdawî Emro” û pirsên Niwêner Fatîh ên li ser projeyê bersivandin.
Peter Sorensen da zanîn, eger ew kesên ku Danîmarkê daxwaza wan a penaberiyê red kiriye bi dilê xwe vegerin dê di çarçoveya vê projeyê de alîlkariya aborî wergirin.
Sorensen amaje pê kir ku dê polîs wan koçberên ku bi biryara dadgehê venagerin welatê xwe dê bi zorê vegerîne.
“Em hewl didin ev mirov ji bo Îraqê bibin nirxek”
Nûnerê Danîmarkê ji Rûdawê re wiha behsa hûrgiliyên projeyê kir:
“Projeyema zêdetir ji bo piştgirîdayîna wan kesan e ku ji Ewropayê vedigerin.
Dîsa proje dê piştgiriyê bide wan penaxwazên ku Ewropayê daxwaza wan a penaberiyê red kiriye û dixwazin vegerin cihê xwe.
Program dê ji bo ku ev kes entegreyî cihê ku vedigerinê bidin piştigiriyê bide wan. Ev di heman demê de piştgiriyê dide wê civaka ku di nav de dijîn jî.
Bernameya me bi taybetî Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Nînowa, Bexda û Enbarê li xwe digire û Dezgeha Rewangeyê projeyê bi cih tine.
Em hewl didin ku dema ev mirov vegeriyan li ser pişta Îraqê nebin bar. Berovajî vê, ji bo Îraqê bibin nirxek.”
Peter Sorensen destnîşan kir ku ew koçberên ku Ewropayê daxwaza wan a penaberiyê red kiriye di maweyê wê dema ku li wê derê mane xwe ji gelek aliyan ve bi pêş ve birine û ev yek dê ji bo Îraqê jî bibe derfetek.
“Dikarin bi awayekî çalaktir beşdarî civaka Îraqê bibin”
Sorenson li ser pêşketina wan koçberan got:
“Li Ewropayê çandên cuda nas kirine, fêrî zimanên cuda bûne, şiyanên xwe zêde kirine û fêrî rêyên çareserkirina pirsgirêkan bûne.
Niha dema vedigerin tevî van şiyanên xwe dikarin bi awayekî çalaktir beşdarî civaka Îraqê bibin.”
Peter Sorensen herwiha da zanîn ku ji bo koçber karibin li Danîmarkê bimînin gelek şert û merc hene û kesên ku bernameyên pêwîst temam nekiribin nikarin bi awayekî yasayî li wê derê bimînin.
“Li Îraqê rewş rojane diguhere”
Sorensen li ser pirsa “Gelo ew şans heye ku welatiyên Îraq û Herêma Kurdistanê karibin li Danîmarkê mafê penaberiyê wergirin?” got:
“Eger şert û mercan bi cih bînin bê guman dikarin lê em dikarin bibêjin ku li Îraqê rewş rojane diguhere.
Pênc sal berê rewşeke gelekî cuda hebû lê Îraq niha ji gelek aliyan ve gelekî guheriye.
Ji ber vê jî êdî pêwîst nake ji ber sedemên ewlehiyê werin Ewropayê, ev sedemek e ku daxwaza wan tê redkirin û tê xwestin ku vegerin welatên xwe.”
Peter Sorensen diyar kir ku ne tenê koçberên ku daxwaza wan a penaberiyê hatiye redkirin lê koçberên ku dikarin bi awayekî sûdê bigihînin Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Nînowa, Bexda û Enbarê jî dikarin serî li vê projeyê bidin.
Sorensen herwiha ragihand ku welatiyên asayî jî dikarin sûdê ji vê bernameyê bibînin û vegerin van bajarên Îraq û Herêma Kurdistanê da ku sûdê bigihînin van deveran.
Nûnerê projeyê ye Danîmarkê amaje pê da ku ji bo projeyê tomarkirina navan nine lê kesên ku dixwazin dikarin pêwendiyê bi ofîsên pêwendîdar re deynin û agahiyan wergirin.
Peter Sorensen li ser rola Dezgeha Rewangeyê ya di projeyê de jî wiha axivî:
“Projeyeke diyarkirî heye û Danîmarkê ev proje qebûl kiriye. Danîmark sponsoriya Rewangeyê dike da ku wan karên di çarçoveya projeyê de bi cih bîne.
Heke biryara sadgehê qebûl nekin Danîmark dikare wan dersînor bike
Sorensen anî zimên, li gorî xizmetên ku dixwazin bikin bi sedan kes dikarin serî li projeyê bidin.
Li gorî agahiyên ku Peter Sorensen dane, Danîmark ji bo vegerê piştgiriyê dide wan kesên ku daxwaza wan a penaberiyê hatiye redkirin û qebûl dikin vegerin welatên xwe lê eger ew kes biryara dadgehê qebûl nekin û bibêjin em venagerin mafê Danîmarkê heye wan bi dare zorê dersînor bike.
Sorensen herwiha bi bîr anî ku li Danîmarkê koçberên ji Îraq û Kurdistamê kêm in û ji ber vê yekê jî hejmara kesên ku tên dersînorkirin jî kêm e û dibe ku ev hejmar ji sedî kêmtir be.
Peter Sorensen ragihand, hejmara koçberên Îraqî yên ku berê xwe didin Danîmarkê jî kêm e û mehane encix pênc an şeş kes diçin Danîmarkê û pê de çû:
“Li gorî dorê herî zêde ji Efxanistan, Sûriye û Îranê tên. Li gorî texmînên min hejmara koçberên ku ji Îraq û Herêma Kurdistanê tên nêzîkî hev e.”
Sorensen li ser mijara ku kî dikare sûdê ji vê projeyê bibîne jî wiha got:
“Ne pêwîst e ku vegeriyabin Îraqê û pêwîst nake ku ji Danîmarkê jî vegeriyabin.
Dibe ku ji Belçîka yan welatekî din ên Yekîtiya Ewropayê jî vegeriyabin. Ji ber vê yekê jî pêwendiyê bi ofîsên pêwendîdar re deynin û agahiyên berfireh wergirin.
Şans heye ew kesên ku Danîmarkê daxwaza wan a penaberiyê red kiribe jî sûdê ji projeyê bibînin.
Dîsa ne girîng e bê wan çiqas alîkarî wergirtiye çimkî ev bername piştgiriyek e ji bo bernameyên berê.
Em niha ji bo vê bernameyê 10 milyon kronên Danîmarkê xerc dikin ku dike nêzîkî 1,7 milyon dolarî.
Em rasterast pereyan nadin wan kesan, em ji bo perwerdeyê piştgiriyê didin. Heke pêwîst be Rewange dikare ji bo hinek projeyen hinek pereyekî kêm bide.
Sînor nînin ji projeya me re, ewên ku vedigerin dikarin sûdê ji projeyên bernameyê wergirin.
Eger hinek dibêjin ‘Em naxwazin vegerin çimkî li wê derê karê me nine’ dikarin li malpera Rewangeyê binêrin.
Derfetek heye ji bo kesên ku vedigerin Îraqê karibin jiyaneke nû ava bikin.
Kesên ku bi zorê hatibin vegerandin jî û yên ku bi dilê xwe vegeriyabin jî dikarin sûdê ji projeyê wergirin lê ji bo yên ku bi dilê xwe vedigerin şans zêdetir e.
Eger kesek bi dilê xwe bixwaze vegere em dikarin piştgiriyeke zêdetir bidinê.
Piştî ku ew kes vedigerin jî dê haya me ji wan hebe. Dema pêwîst bû em dê bernameyê ji nû ve saz bikin da ku em jê sûda herî zêde bibînin. Pêvajo dê bi awayekî baş were şopandin.”
Li aliyên din, Peter Sorensen li ser pirsa “Danîmark koçberên ji Îran û Sûriyeyê jî vedigerîne welatên wan?” jî got, “Na, em niha kesî venagerînin wan welatan.”
“Divê sedem ne tenê aborî be”
Peter Sorensen li ser sedemên koçê jî wiha axivî:
“Kesên ku koç dikin gi giştî ciwan in, dibêjin sedemên wan ên şexsî hene û naxwazin li welatê xwe bimînin.
Dîsa sedemên aborî û ewlehiyê hene. Helbet em nikarin behsa sedemeke tenê bikin. Sedem li gorî kesan diguherin.
Di rewşên normal de li Danîmarkê kesek nikare tenê ji ber sedemên aborî mafê penaberiyê wergire. Divê hinek sedemên din jî hebin.”
Sorensen li ser egera ku ev proje li Îran û Sûriyeyê jî were cîbicîkirin anî zimên ku şert û taybetiyên her welatî cuda ne û ji bo projeyên bi vî rengî lazim e bi saziyên xwecihî re hevkariyê bikin.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin