Cano Amedî

Cano Amedî

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Darizandina Îbrahîm Guçlu

A+A-

Cano Amedî

Îro, li Edliya Diyarbekîrê di Dadgeha Cizayê Giran ya 5emîn de doza darizandina Kek İbrahim Güçlü hebû.

Dozger, bi tohmeta tawanbarîya terorê, di derbarê Kek ibrahim Güçlü de bi tawanbariya "propagandadaya PKKê kirîye doz hatibû vekirin"(!)

Ev paradoks û helwesta hanê bi salan e, di heman deman de derbarê Welatparêz û kesayetên Kurdistanîyan de bi kar tînin. Dewleta Tirk dixwaze hemû şêweyên têkoşînê û milletê kurd di girêneka "teror"ê de bifetisîne.

Dewlet bi vê helwestê, dixwaze civatê bitirsîne û rê li ber têkoşîna netewî asê bike. Ev jî karakterê hûqûqê dagirkeriyê radixe ber çavan.

Ev sed sal e, siyaseta li ser red, înkar û îmhakirinê didome. Di bin navê hûqûqa dagirkeriyê de dixwaze milletê Kurd kedî bike û ji mafê xwe yê milletbûnê tê, dûr bixe. Bi taybetî piştî 12 îlonê 1980 an şunda siyaseta tunekirinê, bêdengî û dîlgirtinê, bi şeweyekî din didome. Ev dozên di derbarê kesên welatparêzan de tên vekirin, li gorî vê sîyasetê, li gori vê stratejiyê berdewam e.

Kek ibrahim, di pareznameya xwe de, di warê siyasî û hiqûqî de rexneyên xwe îfade kir û di derbarê bêhûqûqîyê de  jî rexneyên teknîkî anîn zimên.

fssdfdsf.png

Îbrahim Güçlü, di paraznama xwe de got: "dewlet li aliyekî bi Ocalan re hevdîtinan dike, li aliyê din jî me dadgehdike ev jî nîşana wê dozêye ku çiqas absûrde (dûrî aqilê)"

Doza Kek ibrahim ji bo runistinekî din taloqî meha Gulanê kirin. Heta niha Kek ibrahim piştgirî dida hevalan dihatin girtin. Îro ji em piştgirî didinê:

Vera Koyi

Ömer Özmen

Sileman Demir

Cano Amedi

Ji bo piştgirîyê em bi hevre beşdarî rûniştina dadgehê bûn û me paraznama Kek ibrahim gohdar kir.

11.02.2025 Dîyarbekir

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin