Dawiya hefteyan di navbera 10.00 û 20.00 an de derketina derve qedexeye
.
A+A-
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Eredoğan tedbîrên nû bo pêşî li Kovid-19 ê bigrin ragihand.
Ew tedbîrên ko bo 65 saliyan û yên ji 65 saliyan mezintir danîbû, dê niha bo kesên ji 20 salî biçûktir jî bên tetbîqkirin. Tedbîrên nû yên Erdoğan ragihandine wehane:
- Di dawiya hefteyan de, siet di navbera 10.00 û 20.00 an de dê ti kes derneyê derve. Lê divê di sektora an ku zincîreya tedarikê û hilberînê de kêmasî çênebe.
- Eger pandemî pêşde here, wê tedbîrên ku herkesê biêşînin, car din bên sitendin.
- Ew sietên bo 65 saliyan tên bicîhanîn, wê bo kesên di binê 20 saliyan de jî bên kirin lê kesên dixebitin ne di nav van tedbîran de ne.
- Sînema li gor daxwazên sektöre, heya dawiya salê wê girtî bimînin.
- Dibistanên ku di tatîla navberê de ne, wê perwerda wan heya dawiya salê li ser online bêkirin.
- Navendên bazirganiyê, market, xwaringeh, berber û kuafor an kargehên weka wan, wê di navbera 10.00 û 20.00 an de bixebitin.
- Temamê pêşbirkên sporê dê bê temaşevan bin. Xebatên sehayên xaliyan wê rawestin.
Ji bilî van xalan dibe ku bo hinek xalên din jî tedbîr bên sitendin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin