“Dawîya zilmê û ya zaliman tune ye!”
Daxuyaniya Însiyatîfa Piştgirîya Serxwebûna Kurdistanê
Li Amedê Qedexekirina Konferansa Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê Hate Protesto Kirin
Parêzgerîya Amedê Rewşa Awarte(OHAL) sebeb nîşan da û Konferansa Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê ya 17.09.2017an , qedexe kir. Ji bo protesto kirina vê biryarê roja 18.09.2017an li Amedê li Cemîyeta Rojnamevanan ji alîyê Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê civîneke çapemenîyê hate li dar xistin.
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek , Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Cîhgirê Serokê Giştî yê ÖSPyê Nusrettin Maçin, Berpirsyarê Karûbarên Sîyasî yê Hereketa Azadî Sıdkı Zilan, Hiqûqnas Sebahattin Korkmaz li ser navê ÎnsîyatÎfê daxuyanîyek dan ragehandinê..Gelek sîyasetvan û rewşenbîr û telewîzyon û nûnerên medyayê beşdarî civîna çapemenîyê bûn.
Daxuyanîya Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê ya bi Kurdî ji alîyê Hiqûqnas Sebahattin Korkmaz ve hate xwendin.
Daxuyani
Weke ku medya û raya giştî ji nêz ve pêdizane, di 15ê Temûzê de me li Diyarbekirê “Komxebata Referandûma Serxwebûna Kurdistanê” li dar xist. Di Komxebatê de me bi şîara “Bakûr, Piştgiriya Serxwebûna Başûr dike”, Însiyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûne ava kiri .
Însiyatîfa me xebatên cûrbecûr danî ber xwe. Bi gelek partiyên siyasî û saziyên sivîl re hevdîtin pêkanî. Me li gelek ciyan civîn û konferans pêkanî. Lê li gelek ciyan jî civîn û konferansên me hatin qedexe kirin.Konferansa me ya Wanê û Batmanê ji aiyê herdû waliyên wan bajaran ve hatin qedexekirin.
Konferansa me ya Diyarbekirê ku diviyabû di 17ê vê mehê de pêkbihata, ji aliyê Parêzgerê Diyarbekirê ve bi hinceta “rewşa awarte” hate qedexekirin. Herweha Konferansa Basnewsê ku diviya di 16ê mehê de li Enqereyê pêkbihata, ew jî bi heman hincetê ji aliyê Walîyê Enqerê ve hate qedexekirin.
Di van rojên dawî de her ku diçe êrîş û neheqiyên li ser Kurdan zêdetir dibin. Du roj berê li Enqereyê birek çeteyên şowen destdirêjî cenazeyê dayikeke Kurd a 80 salî kirin. Do jî li Çewlikê gora qehremanê Kurd Dr. Seîd Çurukkaya ji aliyê eskeran ve hate rûxandin.
Destdirêjîya li ser cenazan û gorên mirîyan, zilm û Ji mêjiyê mirovatiyê dê dernekeve.
”Bêguman Xweda ji zaliman heznake!” (şûra 42/40)
Em van êrîşên neheq bi tûndî şermezar dikin. Û em, bangî gelê Tirkîyeyê û Hikûmetê dikin ku li himberî rûmetên gelê Kurd bi histyarî û bi îhtiram tevbigerin.
Her ku tarîxa Referandûma Serxwebûna Kurdistanê nêz dibe, êrîşên dewletê û yên grûbên şowen ên antî-Kurd jî zêde dibin.
Weke her miltekî medenî pêşeroja xwe bi serbestî tayin kirin, mafê miletê Kurd, mafê gelê Kurdistanê yê rewa ye. Divê herkes vê rastiyê qebûl bike.
Tu kesekî xwedî wîjdan, bi ehlaq ûbi îzan, nikare li himberî biryara Herêma Kurdistana Iraqê ya “Referandûma Serxwebûnê ya 25-ê Îlonê” derkeve. Ji aliyê siyasî
û fikrî de, helbet herkes dikare fikir, pêşniyarî û heta rexneyên xwe jî bêje. Lê, rêz girtina îradeya meşrû ya miletekî, wacibeke ahlaqi ye li ser sutûyê her kesî!
Biryarên îrada miletan ên di derbarê pêşeroja xwe de, ji hemû qanûnan bi rûmetir in! Li ser pêşeroja Kurdistanê, ancax miletê Kurd dikare biryaran bide. Biryarên tu parlamento û tu hukumetan, ji îradaya miletê Kurd, ji îradeya gelê Kurdistanê ya ji bo pêşeroja wî mezintir û bi rûmetir nîn e!
Ji aliyê din de hikûmeta mezhebî ya Iraqê, wekî din tu rê li ber gelê Kurdistanê nehişt. Gelê Kurdistanê mecbûrkir ku li çara serê xwe biger e.
Aliyekî meselê jî ev e.
Hikûmeta mezhebî ya Iraqê, wexta ku tê hesabê wê bahsa “destûr û parlemanê” dike, lê wexta behsa heqê Kurdan tê kirin, destûrê ji bîr dike. Heta nuha 56 xalên destûrê hîç nehatiye tetbîq kirin. Ev çend sale %17 bûçeya Herêma Kurdistanê nadê. Bûtçeya Pêşmege biriye. Li gora hukmê destûra 2005an, divîbûya herî dereng di 2007an de madeya 140ê bihata bi cîh kirin; lê eve 12 sale nayê bi cih anîn. Bexdayê li himberî jenosîda DAIŞê ya li dijî gelê Kurdistanê tu alîkarî negîhandîye pêşmergeyên Kurdistanê. Lê bi biryara parlamentoyê di gel artêşa resmî koma çeteyên mezhebîst ên wekî Heşdî Şahbî ava dike û li ser sînorê Kurdistanê bi cih dike.
Li himberî van hemî kiryar û sîyasetên Bexdayê, biryara gelê Kurdistanê ya Referandûmê, ji mecbûriyetî hal, halê mecbûrî tê.
Ev jî rastiyeke û divê baş were dîtin
Em tevî hemû tiştî dîsa bang li aqlê-selîmiya gelê Tirk û hikûmeta AK-Partîyê dikin; ku ji îro pê ve jî, weke heta nuha bi Hukumeta Kurdistanê û cıvata Kurdistanê re têkiliyê xwe yên siyasî, tîcarî û dostanî bidin domkirin. Berjewendîya herdu alîyan jî, di vê hevkariyê de ye.
Tecrûbeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya 26 salan li ortê ye. Ji bo tu kesî û tu cînarê xwe nebûye navenda xerabiyê. Bilekis ji bo her kesî bûye dergehê ewlekarî û azadîyê. Li gel Tirkîyeyê welatê ku herî zêde koçber hildane, Herêma Kurdistanê ye. Hêjmara koçberan digihêje ji %35ê nufûsa Herêma Kurdistanê.
Heger mirov hinek dûr lê binêre, bi rihetî dikare bibîne ku Kurdistana serbixwe ji bo tu kesî nabe pirsgirêk, belkû ji bo herêmê û bi taybetî ji bo çareserîya pirsa Kurd-Kurdistanê bi rê û îmkanên aştiyane, dikare bibe adresa çareserîyan.
Em di vê pêvajoya hesas de vekirina Parlamentoya Kurdistanê û biryara wê ya li ser erêkirina Referandûma Serxwebûnê, mesûliyeteke girîng û dîrokî dibînin û silav dikin!
Bi van hest û fikran em banga hevkarî û piştgiriya Referandûma Serxwebûnê li her kesekî xwedan wîjdan, mafparêz û dost dikin.
Her weha em bang li gelê Başurê Kurdistanê jî dikin ku bi hemû hel û mercê xwe, bi rêjeya herî bilind herin ser sandoqê û bi rêjeyeke herî bilind bêjin “ERÊ” !
18 Îlon 2017-Diyarbekir
Li ser navê Însiyatîfa Piştgirîya Serxwebûna Kurdistanê:
Ayetullah Aşiti- Berdevkê Hereketa Azadî; Mustafa Özçelik- Serokê Giştî yê PAKê; Sertaç Bucak- Serokê Giştî yê PDK-Bakur; Mesut Tek- Serokê Giştî yê PSKyê; Sinan Çiftyürek- Serokê Giştî yê ÖSPyê; Mahmut Kılınç- Parlamenterê berê; Sebahattin Korkmaz-Hiqûqnas, Ferda Cemiloğlu-Karsaz; Ekrem Bilek-Bijîşk; Mehmet Celal Baykara- Hiqûqnas; Yaşar Abdülselamoğlu-Akademîsyen
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin