Daxuyaniya Çapemeniyê ya Muzeya Bîranînê ya Girtîgeha Hejmar 5
.
Li ber Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê, Koma Înîsiyatîfa Muzeya Bîranînê ya Girtîgeha Hejmara 5’an daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Osman Karavîl daxuyanî bi Kurdî û M. Alî Yilmaz jî bi Tirkî xwend.
Nûner û e revebiren PWK, HAKPAR,PSK, KDPT, Nûnerên komela Sex Said û nunerê Komela Farqînê Parlementerê Diyarbekir Sezgin Tanrikulu, kevne parlementer Sedat Yurtaş, serokê DITAMê birêz Mehmet Vural, beşdar bun
Daxuyanî wiha ye
Jİ RAYA GİŞTÎ RE!
Îro 3 ê Rêbendanê ye; zîndana bi navê 5 Nolîyê tê naskirin mîna girtîgehekê hat avakirin, lê Turkiye`ya ku dîroka wê ya sîyasî bi derbeyên leşkerî tije, piştî derba leşkerî ya 12 Îlon 1980 yî, vê girtîgehê kirin îşkencexaneyek. Îro salvegera 40 salîya berxwedana li dij yek tîp kirin, tade, îşkence, bişaftin, zorgakirina mukurdarîyê û hemû zordanên bi vî rengî ne. Vê berxwedana, hêsîrên ku li dij kiryarên li wan dihat kirin ku bi yek dengî li dij derketin, beşek jê ketin rojîya mirinê, yên din jî ji bo berxwedana xwe bi rojan bi birayardarî meşandin bi ser ket.
3 Rêbendanê, ew roj e ku li girtîgehê dîsa çirûska berxwedanê vêket, bi durişma “Wê xîreta mirovahîyê zora îşkencê bibe!” deng bi temamê girtîgehê xist.
Dema em vê rojê bi bîrtînin, ev zîndana 5 Nolî ku di demekê de, me di nava van dîwaran de îşkence didît, lê niha em li devê derîyê wê daxuyanî didin û ji bo ev der bibe muzexane, xebata me ya ku gîhaye astek bilind, girîngîya wê ji bo me bêtir e.
Dema em îro bi bîrtînin, ji bo em di kiryarên li 5 Nolî rûdane bigehîjin, divê em li tevaya Tirkî ku bi kurtsaî girtîgeh çawa bûn îşkencexane binêrin.
Ordîya Tirk, mîna hînbûna xwe ya her car, di 12 Îlon 1980 de derbeyek leşkerî kir û dîsa dest danî ser rêvebirîya sîvîl. Tevlî ku di ser re 44 sal derbas bûye, hîna jî bandora wê dewam dike.
Piştî vê derba leşkerî, nava hemû sînorên Tirkî bû girtîgehek vekirî. Bi sedhezaran mirov hatin girtin û lêda û bi hezaran kirin zîndanan.
Li îşkencexane û girtîgehan, bi sedan meriv ji ber îşkence û tadeyan mirin yan hatin kuştin û bi hezaran seqet man. Bi hezaran meriv, bi cezayê mirinê hatin darizandin, 50 kes hat îdam kirin.
Girtîgehên tirkî, bûn wargehên taybet, bûn navendê îşkenceyan.
Lê ciyek hebû ku tenê ne navendek îşkencê ya ji rêzê bû; pê re bû navendek ceribandina sîyasî û civakî, bû dibistanek ku mirov radest digirtin, nasnameya merivan ji holê radikirin û ew asîmîle dikirin; laboratuvarek bê kesayet kirina ku li ser şîdetê ava bûbû… Ew der zîndana 5 Nolî ya Dîyabekirê bû…
Li girtîgeha 5 Nolî ya Dîyabekirê, di serî de dînamîkên têkoşer yên gellê Kurd, merivên me yên ji her beşê civatê, ji îşkenceyên hovane nesîbê xwe sitendin. Di nava salên 1981-84 de 34 merivan ji îşkenceyan jîyana xwe wenda kirin û bi sedan meriv seqet man. Malbat jî bi kesên xwe yên hundur re trawmayên bi tundî jîyan.
Ev konax wek konaxa îşkence û berxwedana li dijî îşkenceyê dewam kir. Berî 3ê Rêbendanê 1984 û piştî wê, em li pêş şehadeta ew kesên bi îşkenceyan hatin qetil kirin yan li dijî îşkenceyan jîyana xwe pêşkêş kirin Necmedin Buyukkaya, Yilmaz Demir, Cemal Arat, Mehmet Hayrîi Durmuş, Bedii Tan, Remzi Ayturk, Orhan Keskin û yên me navê wan li vir bi lêv nekir tevan xwe ditewînin.
Ev 5 Nolîya ku di jîyana bi hezaran mirov de jan û birînên kûr hîştîye, ketîye rêya ku bibe muzeya bîrdarîyê.
Em wek şahidên dema îşkence û hovîtîya 5 Nolî yê, dixwazin ev girtîgeh bibe muzexaneyek bîrdarîyê ku bi tumî wek eslê xwe yê berê bimîne, bi piştgirîya we, emê şahidîya xwe ya hemî pêvajoyê bi rêvebirî û amadekarên vê sazîyê re parvebikin.
Çimkî wek mînakên li cîhanê Malaterorê li Macarîstan, Emna Sor li Silêmanî, Sînop-Ulucanlar Turkîye, divê girtîgeh bi giştî wek eslê xwe bêt dîzayn kirin, em cardin dubare dikin û dibêjin divê lênerîn û pêşniyarên wan kesên ku li vê girtîgehê razane û wan rojana jîyane teqez bigrin ber çavan. Li gor wan pêşnîyar û lênêrînan xebatên resterasyonê bê meşandin.
Bi vê sedemê, em carek din bangî raya giştî, parêzgerên maf û dadê, alîgirên aştî û mafê mirovan dikin, ji bo ku 5 Nolî bibe navenda bîrdarîyê hestîyarbin; di vê mijarê de em kesên xwedîtîyê li talebên me yên mafdar dikin û banga bişgirîya wan dikin; her kesên ku li ba van daxwazên me ne, sazîyên fermî yên pêwendîdar, ji hemû kes û sazî û dezgehên sîvîl re sipasîyên xwe pêşkêş dikin.
03/01/2024
Grupa Însîyatîfa Bîrdanka Muzexana 5 Nolî yê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin