Daxuyaniyên ENKSê û PYDê derbarê komkujiya Kobanî de

Daxuyaniyên ENKSê û PYDê derbarê komkujiya Kobanî de

.

A+A-

Do 25ê Hezîrana 2022an, 7 sal di ser êrîşa DAIŞê re derbas dibin ku girte ser bajarê Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê û tê de komkujî û wêraniyeke mezin encam da.

Li gorî ragihandina Rêveberiya Xweser, di wê êrîşê de nêzîkî 233 kes şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn.

15ê Îlona 2014an, çekdarên DAIŞê ji aliyên rojava, başûr û rojhilat ve, êrîşî ser Kobanî kir û 350 gundên wê dagir kirin, piştre girte ser navenda bajarê Kobanê.

Her yekê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di salvegera 7emîn a komkujiya Kobanî de, daxuyanî belav kirin.

Daxuyaniya ENKSê

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di 7emîn salvegera komkujiya Kobanî, yan jî Şeva Xedrê daxuyaniyek belav kir û têde careke din ew komkujî şermezar kir û got:

- Komkujiya Kobanî sûcekî şer û li dijî mirovahiyê bû.

- Tevî derbasbûna 7 salan di ser komkujiyê re jî, hînek tişt di derbarê wê bûyerê de zelal nebûne û tu lêkolîneke eşkere nehatiye kirin

- PYD berpirsê eşkerenekirina rastiyê ye.

- ENKS di daxuyaniya xwe de ji xelkê xwe re tekez dike ku wê rastî eşkere bibe û dadwerî cihê xwe bibîne û wê encamder û berpirsên komkujiyê bêne cezakirin.

Daxuyaniya PYDê

Encûmena Giştî ya Partiya PYDê jî di salvegera 7emîn a komkujiya Kobanî de, daxuyaniyek belav kir.

PYDê dibêje:

- Tirkiyê û DAIŞ di 25ê hizêrana 2015 de xwestin careke din Kobanî dagîr bikin.

- DAIŞ bi 100 çekdaran êrîşî Kobanî kiribû, beşek ji wan çekdaran ji bakur derbasî bajêr bibûn.

- Di êrîşa DAIŞ de herî kêm 253 kes şehîd bûbûn, 273 kes jî birîndar bûne.

- Komkujiya Kobanî belgeyeke din a hevkariya Tirkiyê û DAIŞ ye û şahidê berxwedana gelê Kobanî ye.

- PYD di dawiya daxuyaniya xwe de got, ku ewê heyfa şehîdên komkujiya Kobanî hilînin.

Daxuyaniya Partiya Pêşverû

Herwiha Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê (PDPKS), di heftemîn salvegera komkujiya DAIŞê li Kobaniyê de, bi daxuyaniyekê daxwaz ji hêzên xwedî bandor li Sûriyê kir ku ew rê li ber gef û êrîşên Tirkiyê bigirin. Di heman daxuyaniyê de daxwaza qerebûkirina malbatên qurbaniyan kir

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin