Dê, bav û birayên Narînê hatin desteserkirin

Dê, bav û birayên Narînê hatin desteserkirin

.

A+A-

 Piştî 19 rojan termê Narîn Gurana 8 salî li newaleke av tê de ya nêzîkî gundê wê hat dîtin.

Piştî dîtina termê Narînê 3 dozgerên komarê hatin peywirdakirin û yekser dê, bav û birayên Narînê jî tê de 23 kes hatin desteserkirin.  

Li Newala Selîmiyê ya li ber gundê Çûliyê  navçeya Rezana Amedê  termê keçika 8 salî Narîn Gurana ku ev 19 roj in winda bû, ji aliyê cendirmeyan ve hat dîtin.

Piştî dîtina termê Narîna biçûk, Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu derket pêşberî rojnamevanan û ev agahî bi hemû cîhanê re parve kir.

Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu got:

“Li gorî agahiyên destpêkê Narîn Gurana wenda, piştî ku hatiye kuştin, ew xistine nava telîsek û anîne ber newalek.

Li vir li keviya newalê, bi telîsê re di nava avê de bi cih kirin. Bi kevir û şaxên daran jî ser wê girtin.

Bi vê yekê rengekî sirûştî dane wê deverê. Bi vî awayî xwestin tu kes ji wê derê ti şik û gumanê neke.”

Tîmên tenduristiyê termê Narîn Guranê ji bo otopsiyê bir Saziya Bijîşkî ya Amedê.

Bi demjimêran li ser lêkolîn kirin ka bi çi awayî û bi çi şêwazê hatiye kuştin.

- Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ragihand ku lêkolînên li ser otopsiyê berdewam dikin û piştî ku encamên dawiyê hatin dê werin eşkerekirin.

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li Amedê winda bûbû.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya doh ragihand ku termê Narîn Guranê hatiye dîtin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku hinek mînak li Amedê û hînek mînak jî li Stenbolê tên kontrolkirin.

Yilmaz Tunç eşkere kir ku otopsiya Narînê di çarçoveya lêpirsina Serdozgeriya Komarê ya Amedê de ji aliyê pisporan ve hatiye kirin.

“Dê nikaribin ji ber hesabdayîna birevin”

Li gorî agahiyên ku Tunç dane, karê otopsiyê doh saet 10:30î dest pê kiriye û saet 21:40î temam bûne.

Yilmaz Tunç daxuyand ku di çarçoveya lêpirsînê de bi tevahî 24 kes hatine desteserkirin û got:

“Kes an kesên ku bûne sedema ewlada me Narînê dê nikaribin ji ber hesabdayîna li ber edaletê birevin.”

Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu doh daxuyaniyek da çapemeniyê û got:

“Narîn Guran saet 08:45an tevî cilên xwe li kêleka rûbarekî bi mirîtî hat dîtin.

Termê wê di nava kîsekî de bû û di bin keviran de hatibû veşartin.”

Li gorî rapora destpêkê, termê Narînê 15 rojan di nav avê de maye û çoka wê hatiye şikandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin