
De Mistura: Astana 11 bi ser neket
Staffan di Mistura radighîne, Rûsya, Tirkiye û Îran ti gav ji bo avakirina Komîteya Destûrê Sûriyê li Astana neavêtin e.
A+A-
Şanderê Navdewletî ji bo Sûriyê Staffan di Mistura di daxûyaniyekê de ragihand, welatên garantîker, Rûsya, Tirkiye û Îran di pêkanîna Komîteya Destûrê Sûriyê de, ti pêşkeftin nekirin, û dilgiraniya xwe di vê derbarê de anî ziman.
De Mistura got jî, ev dawî gera danûstandinên Astana di sala 2018an de ye, û cihê dilgiraniyê ye ji bo gelê Sûriyê, ku şansek din ji bo avakirina Komîteya Destûrê wenda bû.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin