Dê û Law - Yusuf Kaynak*
.
Yusuf Kaynak
Divê meriv ji ku dest pê bike an meriv dikare qet dest pê neke?!.
Ma meriv ji rabirdûya xwe direve? Ma divê meri jê re bêje? Mirov dikare çi qasî vê lehiya hestên di
hundirî xwe de hilgirin? meriv çawa ji rabirdûya xwe ya weke siyeke weke barekî li pê tê, jê bireve.
Divê meriv ji cîhekî dest pê bike, her çend ew dîrokek malbatî be!. Em tê de mezin bûn malbateke
gundiyê Kurd ên asayî, divê meriv vê rabirdûyê xwe bêje, divê meri vê jiyana xwe ya nakokî vebêje
û ji nifşên hatî re ragihîne da ku meriv nakokiyên dijwar ên di navbera gelê Kurd de derxînin holê ji
bo pêşerojê. Ev ne çîroka mêrivekî, çîroka milyonayê. Em ê jê re bibin wergêr û piçeke jê re bibin
derman.
Dê û bavê we qet nexwendin û nivîsandinê bin, bi Tirkî yek gotinê jî nizanbin, heya heft salî ya we
di malbateke Kurd de; bêyî ku yek peyva Tirkî zanibî dest bi dibistana seretayî bikî; Ji ber ku hûn ji
roja ewil de çi dibêjin hûn fêm nekin, heta dawiya salê li dibistanê ji mamostê xwe Tirkî hîn bibî;
wan bi çîp/qertên, bi dexlên fasûlî ê spî binivîsin; paşê bi flîkan peyvan û hevokan çêkin; Di dawiya
salê de, bêyî ku du peyvan bi Tirkî yê rast fêr bibin, qarne/raporê bistînin, bêyî ku bizanibin tê de çi
hatiye nivîsandin, dersê derbas bibin. Sal sal hun dersên dibistanê dewrî salê kin. Di wan salên ewil
de, bi qasî peyvên Kurdî yên tu di tenefuse de li bexçê de dipeyivî, di berdêla her peyvekê Tirkî yên
ku tu pê nizanî, ji berve li we xînin; Kesekî ku dibistana seretayî qedandibe û dîploma wergirtibe bi
Tirkî hê nizanibe!. Di dibistanê de her rojê çar an pênc saeta de xwendekarek dikare ewqasî Tirkî
hîn bibe. Jiyana mayî bi zimanê we yê zikmakî Kurdî berdewam dike. Jiyana we li bajêr bi temamî
nezanîna zimanê Tirkî vediguhere felaketekê. Ew ne di dibistanên ku hûn destpê dikin de dereceyek
serfiraziyê distîne, ne jî xwe ji jiyanê re amade dibînin. Ew yek û sifir li dû her kesî dest pê kirine!..
Yên serketî li hemberî hemû zehmetiyên jiyanê bi huner û berxwedana xwe ya şexsî xwe îspat kirin.
Dema ku dê û bav li malê bêtir fêrî Tirkî bibin, gundiyê Kurd yê ku Tirkî nizane tê wê astê ku
têkiliya bi malbata te re qut bibe. Heger tu bi qasî xwe hînî Tirkî bibî, di warê kulturî û civakî de dê
xerab bibe, heta meriv bi merivên malbatê xwe re danûstandinê dibe. Ji bo te dijwartir dibe, ku bi dê
û bavê xwe re têkilî daynin, yên ku niha di zimanê Kurdî de ku tu dipeyivî ango an-alfabet in yan ê
nizanin bixwînin û binivîsin. Tu ji zimanê wan dûr dibî û ji Tirkîya ku ew pê nizanin, fêhm nakin.
Piştî salên mayîna li bajarên mezin, hûn dijwar dibînin ku bi dê û bavên xwe re têkilî daynin. Dema
ku hûn werin asîmîlekirin û ew wekî nifşê kevin di cîh de bimînin ev xeletiya têkçûyî derdikeve
holê.
Bila ew dê û bavê ku guh nedin TV û radyoyê û Tirkî jî fam nekin. Wê çaxê ger radyo û televizyonê
Kurdî jî tunebin, ev dê û bav çi bikin?, ma ev ne zilm e? Di vê serdemê de bê haybûna ji vê cîhana
nûjen tê çi wateyê? Nimûneyek nû ye!. Heger diya te bi Tirkî nizanibe, lê xwendewar nebe, ev jiyan
çawa dibe? Televîzyonê Tirkî ji bo wê tê çi wate yê? tenê li wêneyan dinêre, gelo ji wê dê û bav re
ma tê wateya tiştekî din?.....Haya wan jî jê tune ye ku di vê serdemê de nezanîna zimanê xwe û ne
nivîsandina zimanê xwe li vê dinyayê çi binpêkirina mafan e, ew pê nizane. Bi ser de jî, nezanitî,
nexwendetî- nenivîsandetî û nexwendewarîya gelemperî ji hemû felaketên vê serdemê herî mezintir
e!.
Ku xwendin û nivîsandina wê tunebe, radyo û televizyona Kurdî hebe jî tu maneya wê nabe. Ji ber
ku ew bi sed û du sed peyvên ku tenê xwe nas dike, dijî. Di ferhenga wê de ew çend peyv jî nîn in!.
Nezanîna demê pirsgirêkeke din e, nexwendewarbûn bi xwe di vê serdemê de felaketek e. Ji ber ku
li dinya yê bê hay dijîn. Bo nimûne: ''Dê û law carekê hin bi wî zimanî bi hev re axivîn, bernamê bi
Kurdî bû, dayîk fahm nekir ku tiştê tê gotin bi zimanê Kurdî ne, yên ku tên gotin qala rabirdûya wê
ya gundîtiyê dikin û diya ku nexwende ji sedî deh gotinên Kurdi fem kir", lê qet ji mijarê fêm nekir,
tenê li deng guhdarî kir; “bernamê dengbêjiyê” hunermend Filîte Quto bi muzîkê xwe re tîne ziman:
(...)
hey lo hey lo hey lo hey lo hey
hey lo hey lo hey lo hey lo şem rebenê...
Şemê digo: filîto lawo
li maltîka malê xwe yo
daniyê kaniya badereşê
lawo ser avêyo Şemê rebenê
dibê: filîtê quto gelo digere
dîsa li xirabiyê Şemê rebenê
Şemê digo: filîto lawo dilê minê wê dil dibêyo
ne min go: neçe pêşiya van terş û talanan
de terş û talişî gune ne
çavê jin û zarokê wana
li rê ne lo Şemê rebenê..
hey lo hey lo hey lo hey lo...
Şemê digo: filîto min go:
lawo karwan hato ji bilêderê
mamê elî etmankî
bi sê denga dikir gazî
li xulam û xizmetkara re digo:
bavê kî no hûnê bara bi qelêbin
bikevine berê min ê rojekê
dua dikir serê min û filîtê quto kurê Şemê
li parava qîre dîsa li vê derê Şemê rebenê
li parava qîre dîsa li vê derê Şemê rebenê
(...)
Dawiyê de, her çend dê xerîba wê çîrok a dirêj a bedew be jî, ji awayê pêşkêşkirina wan û dengê
dengbêjê hestiyar gelekî pê dihese. Kurê ji nifşê nû ji diya xwe nexwenda ji nifşê kevin dipirsî, te ji
vê stranê fêm kir?. Çi dibêje, ji dayê car din dipirse, bersiv awirên xemgîn e, ji ber ku qet fêm nake
hestiyar dibe û bi çavên tijî şerm û keder, ew ji kurê xwe dipirse pirsgirêk çi ye?!. Li vir dîaloxa law
û dê bi vî awayî diqede!. Dinya kurik têk diçe dema ku kurik pê dihese ku diya wî ji zimanê xwe yê
xas qet jê fêm nakir: “got ne ji ber nezanina wê ye, lê ji ber ku ew nexwenda ye û ji zaravayê Kurdî
Kurmancî jî fahm nekir”; Ger TRT- Kurdî li dinyayê ne nifşek bi mîlyonan Kurdên nexwendewar bi
Kurdî diaxivin, girseyeke nexwenda û gelê nexwenda û asîmîlebûyî dikare bi vî rengî çi bike? çawa
li ser piyan bisekine, vejîne; Helbet bingeh siyasî ye mesele ne nû ye û him jê re çaresazî lazim e, ev
meseleyeke sosyolojîk e. Girêdanên di navbera dê û bavan de li ser vê mijarê roj bi roj qut dibin,
derman kirin û analîzan dixwazin, lênêrîn pir dijwar e, lê dîsa jî divê li çareyekê were gerandin. Ev
nakokî biqasî pirsgirêkeke malbatîye dikare bibe alîkar ku miletekî him ji holê rake û him jî rake ser
piya.
Yusuf Kaynak, Lahey- 20-08-2022
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin