DEDEFê bertek nîşanî Umît Zîlelî daye

DEDEFê bertek nîşanî Umît Zîlelî daye

.

A+A-

Federasyonê têkildarî nivîsa Umît Zîlelî ku di 7ê Tebaxê de belav bûbû daxuyanî daye û gotiye, "Wî bi gotina ‘nemerd’ ku ji bo yek ji pêşengên dîrokî yên gelê Dersimê Seyyit Riza gotiye bêhurmetî kiriye.

Federasyona Komeleyên Dersîmê (DEDEF) têkildarî nivîsa Umît Zîlelî ku di 7ê Tebaxê de belav bûbû daxuyanî daye û gotiye, "Wî bi gotina ‘nemerd’ ku ji bo yek ji pêşengên dîrokî yên gelê Dersimê Seyyit Riza gotiye, bêhurmetî kiriye.

DEDEFê di daxuyaniyê de weha gotiye:

“Kesê bi navê Umît Zîlelî dema xwestiye bersiva paşkevtiyekî îslamî bide, Wî bi gotina ‘nemerd’ ku ji bo yek ji pêşengên dîrokî yên gelê Dersimê Seyyit Riza gotiye bêhurmetî kiriye.”

"Em weke zarokên Dêrsimê ku bi yek ji komkujiyên herî mezin ên dîrokê ve hatine qewirandin, bêguman dema ew  bi hev re dikeve nava polemîkan, bêesiliya ku ew nîşan didin, em ê nedin dûbarekirin.”

“Lê tiştên ku heta niha biser me de anîne me çawa ji bîr nekiriye em ê vê ya dawî jî ji bîr nekin.”

Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin