Deh Hezaran li Berlînê Bo Hevsoziya bi Protestoyên Îranê re Meşiyan

Deh Hezaran li Berlînê Bo Hevsoziya bi Protestoyên Îranê re Meşiyan

.

A+A-

Peyvdarê polîsê Berlînê roja Şemiyê ji AFP re got ku nêzîkî 80,000 kes beşdarî meşê bûn ji bo piştevaniya xwenîşandanên Îranê yên li ser kuştina Jîna Emînî li seranserî Îranê hatbûn destpêkirin.

Wezîra Almanî ya Malbatan ji Partiya Keskane (Die Gruene)ê Lisa Poss got: "Bi hezaran kes hevxemiya xwe ji bo jinên leheng û xwepêşanderên Îranê tînin ziman. Em ê li cem we bin."

Beşek ji xwepêşanderan ala Kurdistanê bilind kirin û hinekan jî bi qîrîna dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî," diqîriyan.
Meş bi aramî gihiştin navenda Berlînê, helîkopterên polîsan çavdêriya wan kirin.

Xwepêşandanên bi pêşengiya jinan ev 6 hefte ne li Îranê berdewam dikin û dikandar û karkerên kargehan roja Şemiyê dest bi grevê kirin ji ber ku welatiyan bertekên tund li hember kuştina Emînî di dema girtina wê de nîşan dan.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan ya Îranê ku navenda wê li Osloyê ye, ragihand ku di xwepêşandanan de herî kêm 122 kes mirin, di nav wan de zarok jî hebûn.

Di heman demê de, ji derveyî xwepîêşandana li Berlîn, li bajarên din yên sereke li Almanya weke bajarê Duesseldorf, Hannover, Stuttgart, Dresden û Frankfurt-am-Main xwepêşand hebûn lê armanca wan xwepêşandanan ji ya Berlinê cûda bûn xelkê ku meşiyayî, pankartên ku li ser her tiştî ji kêmkirina enflasyonê bigire heya qutkirina enerjiya nukleerî û zêdekirina bihayê enerjiyê ji bo feqîran hildan.

5-001.png1-1-001.png2-013.png4-002.png3-008.png

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin