Demirtaş doz li dadgehê vekir
Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara azadkirina wî derxistibû û ji Tirkiyê xwestibû derhal were berdena, doz li dadgeha tirk vekir.
A+A-
Parêzerên Demirtaş ragihandin ku Tirkiye ji bo Demirtaş tehliye neke doza wî ya ceza lê hatiye birîn ji bo pesend bike ji dadgeha îstinafê re şandiye û li ser vê jî wan doz li wê biryara dadgehê vekiriye.
Parêzerê Demirtaş Firat Epozdemir derbarê giliyê ku wan li dadgehê kiriye zanyarî da û got, wan daxwaz kiriye lêpirsîn li ser heyeta dadgehê were destpêkirin û doz were vekirin, bi hinceta karên xwe bi xirabî kirine.
Ev doza ku Tirkiye dixwaze biryara DMMEyê bide betalkirin û cezayê girtîgehê li ser Demirtaş bisepîne ji ber axaftineke dema pêvajoya çareseriyê ye ku parêzeran giliyê wê dadgehê û heyeta wê kiriye. Dadgehê ji bo vê dozê 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Demirtaş birîbû.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin