Demirtaş îro li ser doza serekî tê darizandin
Doza serekî ya Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş a ku jê hatîye berdan, îro li 19emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê tê dîtin. Tê çaverêkirin ku Demirtaş bi rêya sîstema SEGBÎSê beşdarî dozê bibe.
Navenda Nûçeyan- Navenda Ragihandin û Çapemenîyê ya HDPê ragihandîye, civîna dadgehê saet 10:00 li 19emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê û li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin.
HDPê daye xuyakirin, ku rûniştina vê carê ya dadgehê dê 3 rojan bidome.
Tê çaverêkirin ku Demirtaş, ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrne, bi Sîstema Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdar bibe.
Li gor daxuyanîya HDPê, Cîgirê Serokê Fraksyona HDPê li parlamentoya Tirkîyê Mithat Sancar û parlamenterên wê partîyê Mehmet Ruştu Tiryaki, Zuleyha Gulum, Murat Çepnî û Zeynel Ozel tevî hejmarek rêveber û rayedarên partîyê civîna îro ya dadgehê dişopînin.
Di dozê de, ji Demirtaş re bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirîye” û “Pesnê tawan û tawanbar daye” 142 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.
Doza ku li Amedê hatibû vekirin, bi hinceta “Ewlekarîyê” bo Enqerê hatîye veguhestin.
Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve ji ber vê dozê girtîye û di danişîna 2ê Îlona 2019an de, derbarê wî de biryara berdanê hat dayîn. Lê Demirtaş nehat bedan û hê jî girtî ye.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin