Demîrtaş: Niyeta min tune bibim namzetê şaredariyê
Hevserokê berê yê HDPê Seleheddîn Demîrtaş derbarê îddayên ku wê bibe namzedê serokê şaredariyê de aşkere kir ku nêteke wî ya wiha tune ye.
A+A-
Hevserokê berê yê HDPê Selehedîn Demîrtaş ku beriya bi 2 salan hatibû girtin bi riya parêzerên xwe ji ser tora medyaya civakî ya Twitterê çend peyam belav kirin. Di peyamekê da Demîrtaş derbarê îddayên wê bibe namzedê HDPê yê Şarederiya Amedê Demîrtaş nivîsandiye ew gelekî sipasiya wan kesan dike ku derbarê namzediya wî de diaxivin. Nêteke wî tune ye bibe namzedê şaredariyê.
Herwisa Demîrtaş nivîsandiye ku li derve gelek hevalên wî hene dikarin wî karî bikin. Hatibû îddîakirin ku wê Demîrtaş ji aliyê HDPê ve weke namzedê şaredariyê yê Amedê bê destnîşankirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin