Demokrasî bi Kurdî - Nurî Aldur
.
Nurî Aldur
Ji zûdeye, nêzîkî bîst sal derbasbûne, ku em çend heval li mala dostekîbûn(li bajarê Uppsala) û me pevre sohbetdikir. Hew têt bîramin ku gotin çawa fitilî û zîvirî hata ser mesela sîyaseta kurd û Kurdistan – lê ev baș têt bîramin ku mi weha got: ”divêt em kurd demokrasîyê fêrbibin û wê di jîyana xwe de bi kar bînin”. Hîç jibîrnakim ku hevelekîme hingî kenî û kenî û gelekî jî kenî û dîse bi awakî kenokî weha got: ”kurd û demokrasî”. Wî hevalî di branșa IT de kardikir û di wî karîde kesekî zîrekbû û piștrejî mi hiskir ku ew mîna pisporekî di beșa IT ê de her karê xwe berdewam dike. Ez vêjî bêjim ku ew heval kesekî welatperwer û kurd û Kurdistanîyejî.Bê guman gelek sebeb hene bê ma merov çima bi awakî taybet di hizire û çilo wan hizrên xwe texlîl dike.Ez nizanim ku ma gelo hê ew heval xwedyên wê bawerîyêya an na – hêvîdarim ku ne wa bê, û ne bawerim ku wa jî be, ji ber ku demokrasî tê wateya azadîyê, serbestîyê, serxwebûna ferdî/grubî/gelerî, mafê kesan (zarok, jin, kal, etnisete, gel, tabîat, heywanat ûhw..) pêșkevtina kesan û mintiqan, rehet û hûzûra ferd, gel û cih/der û derane. Lewra ew heval û em hemî kurdêndin pêwîste ku me demokrasî niha baștir famkiribê û di her awayê jîyanêde em bûbine demokrattir.
Gelî xwendevanên vê nivîsamin; ez dixwazim bo we weha bibêjim ku ez na mamostê damokrasî anjî ilimê dewletîme – lê hewes û daxwazîyênminî ku di van babetande xwe pêșxim û bikarim feydekê hema bo kesna jî be bikim heye û entresamin pir bilinde. Fenomena demokrasîyê, mîna gelek fenomenêndin yên sîyasî/ilmî ne hêsanin ku merov zû fambike anjî bikare șîrove bike. Mesele em karin weha ji xwe bipirsin ku ma demokrasî ji bo kê, kîjan demokrasî, demokrasîke çilo, demokrat û demokrasî têt çi wateyê, li kuderê demokrasî(li derên pașketî/pêșketî) û her gelek pirsêndin wek van.
Demokrasî ilime/zanyarîye – lê ew sîyasetejî. Çawa ilim û zanyarîye? Ji ber ku ew zad ê xwe/ xwîn a xwe ji felsefê, ji polîtîka, ji ekonomî, ji sosyolojî û psîkolojî, ji cografya û kultur her wekîdin digre. Pekî çawa dibe sîyaset? Ewjî divêt bo kes, grub û gelanre alternativeke sîstema îdareyêbe, çareserîya teșqele, pevçûn û șeranbe, dermanê nexweșîyên civak û welatênbe. Lê helbet ne ilim, ne domokrasî û nejî tiștekîdin herdem wek xwe dimênê – evan fenomenan jî li gor dem û dewranan car carnan rola xwe digûherin û bi versîyonên din derdikevine pêș kes û karên xwe. Evan gûhertinan karin bo kesna negatîvbin lê di heman demêde bo kesnedin pozitîvbin. Hingî merov karê weha bi hizirê û bibêjê ” ma ne demokrasî prensîbe/sîsteme/bawerîye û pêwîste ku ne li gor konjunkturên rojana rol a xwe bi leyîze..” û rasta jî divêt wabe – lê hingî jî fenomena polîtîka aktuel dibe û ma ne divêt ew fenomenjî her dem li ber çavanbe. Ezê bi hinek mîsal daxwazîya xwe bo we xwendevanan bibêjim û bawerim wê hizrênmin vekirîtir û zelaltirbibin:
Demokrasîya Swêd/sosyal demokrasîya Îskandînawî xwedî statûseke baș û bilinde anjî bi awakî rexnegirî em karin bibêjin(eger em rexnegerbin) ku xwedî statûseke baș û bilindbû. Lê wan ji ber mesela NATO felsefe û sîyaset a xwe yi (ku mîna mûqades dihat dîtin) demokrasî dan alîyekîdin û bo armanca xwe yî aktuel bêdeng û bi awakî șermokî/fedîkarî tên dîtin û guhdarîkirin.Helbet ev ne tiștekî baș û xweșe bo me û ne bo wan bixwe jî. LÊ, gelî xwendevanan/hevalan –ma ne me li jor jî qal kirîye ku demokrasî çiqasî ilime – wilqasîjî sîyasete. Dema hûkûmeta sosyaldemokrat dibîne ku ji % 62 hemwelatîyên wan tarafdarên NATO ne, ewan wê nikaribin dijî hemwelatî, endam û tarafdarên xwe sîyasetê bikin – ji ber ku ewan kesan di hilbijartinên werêde hew dengên xwe didine wan. Tirsa sosyaldemakratan eve ku hikm hundabikin Û HA LI VÊ DERÊ gelî xwendevanan divê em bi hizirin ku ma ne demokrasîjî wehaye ku divêt piranî/hemwelatî xwedî gotinbin? Tiștekî tahle, lê malesef realîteye.
Mîsalekedin ku ez karim bidim li ser Tirkîyêye: berî bi bîst salan hûkûmetê bi reform, xweșî û proseseke demokrasî kar û xebat kirin. Hêvîyên hemwelatîyan zêdedibûn û hûzûreke rehet û xweș li nav gel çêdibû/çêbûbû. Lê piștre ev reform û demokrasîya demkî çûn û neman û dîse jîyan li gelek kesan/kurdan bû cehenem: tirs û girtin – zilm û kûștin. Ev jî vêna șanîme dide ku dewleta tirkan baș famkir kû demokrasî bo wan ne bașê – ya herî baștir bo wan zitê demokrasîyêye. Demokrasîyê karîbû bibe sebebê çûnawan û hundakirina hikm ji destê wan. Di her dû mîsalan de jî em kurd kesên xisirîne. Lê dîse jî divêt em bizanin ku ji demokrasîyê pêde alternatîvêndin bo me bawerbikin nînin. Ezê nivîs a xwe bi gotineke Winston Churchill tamam bikim:” Demokrasî sîstemeke ne bașa, lê alternatîveke jê baștir jî tûneye.
Havîneke xweș bo we tevan.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin