Dengbêj û Şoreşgerekî Rojhilatî: Xalê Birê
Occo Mahabad
Rojhilat bi dengbêj û hunermendên xwe dereke dewlemend e. Dengbêjên Rojhilatê gund bi gund, mal bi mal digerin dilê civatê bi klamên xwe xweş dikin. Di dewra Feodal de dengbêjên Kurd zêdetirîn di qesr û qonaxên mîr, beg û axayan de marîfeta hunera xwe nîşanî civatê didan. Bi pêşveçûna pergala kapîtal di roja me de rewşa dengbêjan û dengbêjiyê gellekî guheriye, bi şêwe û şikleke nû girtiye. Îroyîn dengbêjên herêmê zêdetirîn di malên dewlemendan an jî niştecihên lê jiyayî de deng û sedayên xwe belav dikin li ser guhdarên ezîz. Divê em ji bîr nekin ku dengbêj neynika civatê ye. Di wêjeya devkî de xwedî cihekî girîng e. Pirr çîrok, destan û serpêhatiyên dîrokî bi deng û xîretên wan hatine roja me.
Li Rojhilatê Kurdistanê, pêşengiya çanda dengbêjiyê bêhtirîn herêmên Makû, Mahabad, Xoy û Wirmiyê kirine. Dengbêjên Rojhilat her çiqas di dewra Şoreşa Xumeynî de astengî, zor û zordariyên mezin dîtibin jî heta roja me xebatên xwe bê navber domandine.
Dengbêj Brahîmê Newrozî an jî bi nasnava xwe ya herêmî Xalê Birê, li gundê Conî ku girêdayî Wirmiyê (Ormiye) ye hatiye dinê. Derbarê sala jidayikbûna wî de mixabin tu agahiyek tune. Newrozî ji eşîra Şikakî ye. Ev eşîr ji Gola Ormiyê heta Şemdînan, Miks û Behdînanê belav bûne û bi cih bûne. Bi devoka Şikakî diaxivin. Şikakan zêdetirîn bi serek û rêberê Kurd Simko Axa ve tên naskirin. Simko bixwe jî ji eşîra Şikakan e.
Bajarê Wirmê dehemîn bajarê mezin ya dewleta Îranê ye. Nifûsa vî bajarî xweşik gihîştiye 2 mîlyon kesî. Wirmiyê bi gol û hilberîna xwêyê, jiyana xwezayî û dilgermiya mirovên xwe navdar e. Gola Wirmiyê li Rojhilatê Kurdistanê gola herî mezin e. Bi masîvanî û masiyên xwe yên tehmdar deng vedaye. Ji bo geşt û seyranê dereke nuwaze û bêhempa ye. Wirmê di sala 1760’an de demek di bin serdestiya Kerîm Zend de dimîne. Kerîm Zend serokê dewleta Zend ya Kurd bû. Ji bilî Kurdan di heremê de Ermen, Sûryan û Azerî niştecih bûne.
Di sala 1969’an de li radyoya Wirmê, Tehran û Kirmanşanê bi zaravayê Kurmancî her hefteyê nîv saetê carinan jî du saetan dest bi weşanê dike. Bi damezrandina Radyoya Wirmiyê Xalê Birê jî dest bi xebatên xwe yên hûnerî dike. Li radyoyê bi Îran Xanim, Hamid Yusifî, Mistafa Elîzade re klam û stranên curecur distrê û dişixule. Bi saya van camêrên hunerhez dengê Kurdan belav dibe hemû herêmê. Di radyoyê de stran û klamên her deverê Kurdistanê bi fermî tê strandin û îcrakirin.
Brahîmê Newrozî jî mîna Îran Xanim di bin bandora ekola dengbêjiya Serhedê de maye. Hûn klamên Newrozî guhdar bikin hûn ê bibêjin qey ew dengbêjê Agirî an jî Wanê ye. Cure, terz, vegotin û lihevanîna klamên gotî mîna Serhedê ne.
Newrozî ne bi tenê dengbêjekî ye ew şoreşger û şervanekî ye jî. Di navbera salên 1978ê heta 1993yan de di Partiya Demokratîk ya Kurdistana Îranê de pêşmergetiyê dike. Ji bo azadî û mafên Kurdan bi salan bi dildarî têdikoşe. Newrozî jî wekî her Kurd di bin zext û zordariya rejîma Îranê de jiyaye. Di sala 1986an de ji ber sedemên siyasî mecbûr dimîne direve tê Stenbolê. Lê sîxûrên Îranê li pey wî bernadin. Di êrîşeke nexêr de bi giranî birîndar dibe. Nêzîkî sê mehan li nexweşxanyeke Stenbolê tedawî dibe. Demeke dirêj ji ber birîndarbûna xwe nikare xebatên xwe yên dengbêjî û siyasî bidomîne.
Newrozî li Stenbolê çar qasetên Kurdî derdixe. Gotinên klam û stranên ku xwendine piranî aîdî wî ne. Balkêş e ku li ser bajarê Stenbolê jî klamek beste kiriye. Eşkere ye derd û kulên vî bajarî jê re giran hatiye. Di klamên gotî de hûn bêhna bêriya welêt û eşqa axa Kurdistanê dikişînin hundirê xwe.
Di sala 1993yan de dewleta Îranê efûyeke giştî derdixe ji ber vê Newrozî vedigere Rojhilatê Kurdistanê dest bi karê bazirganiyê dike. Xalîçeyên herêmê bi saya têkîliyên xwe yên Stenbolê difiroşe bazirganên Tirkiyê.
Em dibînin ku dengbêjek bi dengbêjiyê nikare debara mala xwe bike û bi karên curecur jiyana xwe dewam dike. Gellek dengbêjên me mixabin îro di vî halî de ne. Dengbêjên navdar yan bi karê avahîsaziyê mijûl in yan heywan xwedî dikin yan jî bazirganiyê dikin. Hinek dengbêjên me nikarin tu karî jî bikin. Lê rewşa herî dilşewat bêxweyîtî ye. Dengbêjên ku parsê dikin gelo dilê Kurdan naêşînin. Ez carinan xwe bi xwe dipirsim gelo Kurd çiqas neteweperst in gelo çiqas li çand û zimanê xwe xwedî derdikevin gelo çiqas Kurd in?
Birahîmê Newrozî heya niha nêzîkî hezar klam û stran gotine 600 heb ji wan bixwe nivîsandine û beste kirine. Di arşîva radyoya Wirmê ya Beşa Kurdî de 300 heb klamên wî hatine veşartin. Newrozî behtirîn bi klamên xwe yên Delal, Bedewê, Lê Lê Zeriyê, Eşqa Dilan, Keçika Canê û Hevalo tê naskirin.
Birahîmê Newrozî (Xalê Birê) di sala 2001î de li Gundê Conî jiyana xwe ji dest dide. Ji aliyê dost û xizm û girseyeke mezin li gundê xwe tê binaxkirin.
Em li vê dinyayê mêvan in û mêvantiya me xelas bibe bi tazî û rût mîna her mirovî em tevî xwezayê dibin. We li vê dinyayê çi kiribe ev kirinên we ji civatê re dimîne. Dengbêj dimire şopa wî dimîne. Îro şopa Xalê Birê di jiyan û bîra me ya civakî de cih girtiye. Divê em qîmeta dengbêjên xwe bizanibin. Kî ne çawa jiyane çi derd û elem kişandine, çi afirandine çi kirine em bizanibin. Ya herî xeter ew e ku ciwanên me yên xama û nugihîştî dengbêjên xwe nas nekin û lê xwedî dernekevin e.