Derbarê kujerên rasteqîne yên Çemçemalê
.
Arîf Qurbanî
Berbanga yekem roja Cejna Remezanê, nûçeya kuştina bikom a malbatekê li Çemçemalê mîna şokekê di nav medya, torên civakî û şêniyên Kurdistanê de weşiya. Lê di rastiyê de, ev bûyer ne şok e. Şoka mezin xwînsariya xelkê û xemsariya desthilatdar û hukmdarên Kurdistanê ye, li hember tawanên ku her roj diqewimin û piştî kêmtirî hefteyekê tên piştguhxistin û dibin beşek ji demboriyê, çi bigire piraniya wan bi temamî têne jibîrkirin.
Tişta li Çemçemalê qewimî tawaneke hovane ye. Lê ne yekem tawana bi vî rengî ye û ne jî dê tawana dawî be li wê jîngeha siyasî, îdarî û civakî ku jê re Herêma Kurdistanê tê gotin. Tişta ku her roj li wê cografyayê diqewime, ji zulm, stem û kuştinê, amajeyeke xofdartir e ku meriv tenê wek civakeke têkçûyî lê binêre, lê amaje ye ku Herêma Kurdistanê ber bi rewşekê diçe ku êdî bi kêrî jiyanê neyê. Ev jî ne tenê ji ber kesên ku tawanan pêk tînin, lêbelê wek Albert Einstein dibêje (Ji ber kesên ku haya wan ji wan karên xerab heye û pêşî li wan nagirin).
Piştî bûyerê, ya ku divabû civakê veciniqîne, daxuyaniya rêveberê giştî yê polîsên Herêma Kurdistanê bû, gava got "Ji koma 5920 kesên daxwazkirî, bi tenê 470 kes hatine girtin". Mebest, 5450 kes ji aliyê dadgehan hatine daxwazkirin, lê ne amade ne yasayê cîbicî bikin.
Çi laqirdî û tinaziyek e civakeke biçûk ku ji 6 milyon kesan kêmtir tê de bijîn û hejmara kesên ku tawan pêk anîne û ne amade ne herin pêşber qanûnê, ji 5 hezar kesan zêdetir be. Gelo ev civak, sîstem û desthildarî çawa tên danasandin? Ez dikarim bêjim ku ew êdî bi kêrî jiyanê nayên.
Li vir pirs ev e: Gelo kî ne yên ku tawan pêk anîne û naçin pêşber biryarên dadgehan? Kê stargeh daye wan? Hemû kesên hesabê ji qanûnê re nakin û ji ceza û sazîyên dadgeriyê natirsin, ew in ku di bin siya berpirs û desthilatdarên PDK û YNKê de ne yan li dîwanxaneyên wan serokên hoz û eşîran in ku PDK û YNKê dîwanxane, hêz û pasevan ji wan re misoger kirine. Hemû sûcên ku diqewimin, di sîbera wan de diqewimin.
Ti kujerek nîne bikare bêyî piştevaniya van li derveyî zindanê bimîne. Her çiqas di rastiyê de, metirsî jî ne tenê ev aliyê tawan û îsyana li qanûnê ye, lêbelê ew cudahîkirinên li dadgehan li ser hîmê girêdana hizbî û xizm û kes û dest û pêwendîyên desthilatdar, êl û eşîran tên kirin, bandora wan jî qet ji tawana neçûna pêşber dadgehan ne kêmtir e.
Tişta ku li nav dadgehan jî diqewime ji cudahîkirin û alîgîrîya li berjewendiya tawanbaran, nestandina mafên zulmlêkiriyan, windakirina rastiyan û sepandina neheqî bi ser heqiyê de, sedema wan hemûyan vedigere her du partiyên desthilatê.
Gelek mînak hene ku tawan hatiye kirin, tawanbar hatiye girtin û li tawana xwe mikur hatiye jî, lê paşê bi guvaşa hizb û desthilatdaran berê lêkolînan bi hêleke din ve hatiye birin û kujer hatiye azadkirin. Mînakên nedadmendiyê pir in. Kesek li ser xeletî yan tawaneke biçûk çend salan di qulika zindanê da hatiye asêkirin û encamderên gelek tawanên din jî hene nehatine girtin.
Encamên van diyardeyên beloq û berbiçav ên nedadmendiya li nav dadgehan ku berhema desttêwerdan û hegemoniya hizban li ser desthilata dadgerî ye, bi awayekî wiha bandor li ser bawerbûna dadgehan û desthilata dadgerî kiriye, tew hemwelatiyên normal û bê pişt û stargeh jî heynê ku pirsgirêkeke wan çêdibe, çiqas biçûk be jî, hêviya wan pê nîne ku dadgeh pirsgirêka wan çareser bike.
Lewra yan ew bi destê xwe heyfê hiltînin yan jîû pirsgirêk bê çareserî dimîne heta ewqas aloz û mezin dibe û digihe radeya bikaranîna çekan û kuştinê. Metirsiyên zêdebûna van pirsgirêkên malbatî û civakî, ji hemû metirsiyên derveyî li ser paşeroja Herêma Kurdistanê bêhtir e. Ango heke çareserî ji van pirsgirêkan re neyê dîtin, pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi tu dijminekî din nîne wê hilweşîne, çunke ev pirsgirêk dê hino hino bêhnê lê biçikînin.
Di rewşeke tije aloziyên siyasî, aborî û civakî de, wek rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, tê payîn ku roj bi roj pirsgirêk zêdetir bibin. Di encamê de jî, tê payîn ku pevketin, kuştin û sûcên civakî her zêdetir bibin.
Bi vê şêwaza îdarekirina Herêma Kurdistanê ji aliyê van her du partiyên desthilatdar jî, tu hêviyek li ser nayê avakirin ku qet nebe bixwazin pêşî lê bigirin ku xerabtir nebe. Lew divê kesên li nav çîn û texên cuda cuda yên civaka kurdewarî ku hêj xewna wan maye li siberojeke baştir bigerin, her wisa hêzên ku ne beşek ji vê çanda xofdar in, pêwîst e li rêçareyekê bigerin û berî her tiştî desthilata dadgerî ji bindestiyê rizgar bikin.
Ev rêya tikîtenê ye ji bo ku mûmkin be derfeta jiyanê ji bo dahatûya civaka kurdî were çêkirin. Lê ya ku divê meriv li ber bisekine û lê bipûnije ew e ku di nav saziyên dadgerî yên Herêma Kurdistanê de jî kesên pir dilsoz hene, kesên wêrek hene û pir bi pîşeya xwe ve diwestin û kedeke mezin di vî warî de dane. Lê gelo çima divê qebûl bikin bi vê radeyê bibin amûr ne tenê di destê hizb û berpirsan de, lê belê bibin amûr di destê êl û eşîrên xwe de jî!
Lewma pêwîst e xelk û medya wan jî li hember berpirsiyariyê danin. Da ku ew jî li pîroziya pîşeya xwe, li pêgeh, nav û paşeroja xwe bifikirin. Divê bizanin ku ew li pêşber xweda û evdan ji tişta ku li Herêma Kurdistanê diqewime, berpirs in û dê hesab ji wan were girtin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin