
Derbaz Kosret Resûl: Mam Celal nexşedarê pêvajoya serdema Turgut Ozal bû
.
RUDAW
Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Derbaz Kosret Resûl got Mam Celal nexşedarê pêvajoya serdema Turgut Ozal bû.
Derbaz Kosret Resûl li ser mijara hesabê bankeyan ên karmendên dewletê got,
“Me û PDK kariye li gorî biryarên Dadgeha Federalî bigihîjin lihevkirinekê ku xizmeta xelkê Kurdistanê bike. Ew nîgeraniyên li ser hesabên min (my account) hebûn em dê çareser bikin.”
Derbaz Kosret Resûl da zanîn ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û YNK van rojan dê di asteke bilinde bicivin.
Resûl da zanîn ku gavên pêkanîna hikûmetê erênî ne û derbarê îhtimala beşdariya PDK û YNKyê bi lîsteyeke hevbeş di hilbijartinên bê yên Îraqê de got:
"Em wekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, di raboriyê de bi taybetî li Herêmên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê, dîtina me ew bû ku divê Kurd bi yek lîsteyê beşdar bibin.
Em heman dîtinê diparêzin û eger em li Kerkûk, Xaneqîn, Şingal, Mûsil û Selahedîn karibin bi lîsteyeke hevbeş bikevin hilbijartinan em dê kursiyên zêdetir misoger bikin."
Derbaz Kosret Resûl li Pêşangeha Navneteweyî ya Hewlêrê ya Pirtûkan pirsên Mihemed Îzedîn bersivandin.
Rûdaw: Tê çaverêkirin ku PDK û YNK di asta bilind de bicivin, kengî û pêşketinên dawî di vî warî de çi ne?
Derbaz Kosret: Silav li bînêrên Rûdawê, Kak Qubad vegeriyaye, înşallah biryar e di paşerojeke nêzîk de Komîteya Bilind a YNK û PDKê bicivin. Înşallah di paşerojeke nêzîk de.
Rûdaw: Hefteyekê? Du hefteyan?
Derbaz Kosret: Dibe ku çend rojan be û dibe ku hefteyekê be, li gorî mijûliyê. Hûn dizanin di vê hefteyê de Dîdarê Silêmaniyê heye û piraniya biraderan pê ve mijûl dibin, ji ber vê eger di çend rojên bê de nebe, destpêka hefteya bê dê bicivin.
Rûdaw: Tiştekî wiha heye ku hûn bi PDKyê re li ser li hev nekirine, yan bandorek li ser pêkanîna hikûmetê hebûye?
Derbaz Kosret: Reşnivîsa nêrîna hevbeş amade ye, ev jî piştî çendîn civînan. Me komîteya pispor jî ava kir. Hûn bi xwe dizanin di rabirdûyê de... bi ser ezmûneke dûr û dirêj a karkirina bi hev re jî, di hin qonaxan de serkeftî bûne û di hin qonaxan de jî kêmasî hebûne, ji ber vê me ravekirineke cidî kiriye, me kariye bigihîjin dîtineke hevbeş ku her du alî pê razî bin û bibe cihê razîbûna civakên xelkê Kurdistanê.
Rûdaw: Yanî gavên pêkanîna hikûmetê erênî ne?
Derbaz Kosret: Erê! Erê! Erênî ne.
Rûdaw: Deng heye ku PDK û YNK dê bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinên bê yên Îraqê bibin, rast e?
Derbaz Kosret: Em wekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, di rabirdûyê de jî bi taybetî li herêmên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê, nêrîna me ew bû ku Kurd bi yek lîsteyê beşdar bibe. Heman nêrîna me heye; Kerkûk, Xaneqîn, Şingal, Mûsil û Selahedîn... Eger em bikarin lîsteyekê çêbikin û kursiyên zêdetir misoger bikin. Dibe ku di nav xwe de pêşbirkeke me hebe, lê li navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê pêwîst e têgihiştina me hebe, ev nêrîna YNKyê bû.
Ji bo lîsteya hevbeş jî em digel yekrêzî û hevahengiya mala Kurd in, guherînên mezin li herêmê de têne, dibe ku guherîn erênî û neyînî bin, ji ber vê divê em xwe ji bo wan pêşhatan amade bikin, em wekî YNK tekeziyê li ser wê yekê dikin eger em bikarin hemû hêzên Kurdistanî tevî opozisyonê jî bi yek lîsteyê beşdar bin. Bila cudakariyekê bikin, hem xelk jî kêmtir êşê dikişîne û hem jî nîşanî neyar û dostên xwe didin ku Kurd yek deng û yek reng e.
Rûdaw: Di civînan de behsa vê yekê hatiye kirin?
Derbaz Kosret: Heta niha me dest bi vê mijarê nekiriye, mijarên din wekî pirsa Rojavayê hatine nîqaşkirin, behsa...
Rûdaw: Li ser Rojavayê behsa çi hatiye kirin?
Derbaz Kosret: Xweşbextane her du aliyên me yek dîtina hevbeş heye, me kariye bi biraderên PDKyê re hevdengiyekê çêbikin. Em pêwîst dibînin ku Kurd li wir (Rojava) yekgirtî be. Eger em li tecrubeya xwe ya sala 1991ê binêrin, li dîrokê jî binêrin; her dem ku Kurd belav bûye tu destkeftên wî nebûne. Niha derfetek hatiye pêş ku ji bo cara yekem li Sûriyeyê bawerî heye û danpêdanan bi gelê Kurd re heye. Bila bikarin veberhênanê tê de bikin, ti garantiyek jî nîne, ya ku em dibînin texmîn e, lê eger yekgirtî bin dibe ku zêdetir bikaribin mafên xwe misoger bikin û wê qewareyê biparêzin ku niha bi rê ve dibin.
Rûdaw: Nûçeya ku Kak Refet Ebdulla bûye cîgirê serokê YNKyê rast e? Bi fermî bûye cîgir? Guherînên din dê bên kirin?
Derbaz Kosret: Erê rast e. Ji piştî Kongreya Pêncan ve li gorî rêbaza navxweyî ya YNKyê, em dikarin piştî şeş mehan helsengandinê bikin ji bo kar û çalakiyên xwe, me du hilbijartin kirine, dikarim bibêjim ta radeyekê serketî bûne tê de, me çavxişandineke cidî kiriye di wan kêmasiyan de ku me hene. Divê partiya siyasî berdewam xwe digel rastiyê big uncîne, ew guherîna ku di bernameya me de heye ligel rastiya niha ya Kurdistanê ye.
Em wekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji guherînê natirsin, dibe ku cenabê we û piraniya çavdêran têbîniyên we hebûn li ser girêdana Kongreya Pêncan ku berî hilbijartina encumenên parêzgehên Îraqê bû, lê me kir û me karî encamên baş bi dest bînin, ji ber vê ev guherîn jî karekî navxweyî yê partiyê ye, ti bandoreke neyînî nabe û ji bo başkirina karên me ye, her hevalekî jî her erkekî lê were spartin divê cihê razîbûna hemû hevalên din be.
Rûdaw: Deng hebû ku cenabê te dê berbijêr bî ji bo posta cîgirê serokê YNKê.
Derbaz Kosret: Welleh min bi xwe daxwaza wê nebû.
Rûdaw: Biraderan û buroya siyasî teklîfek hebû?
Derbaz Kosret: Ew mijar û deng ji bo çêkirina dudilîyekê ye di nav serkirdayetiya YNKê de. Em niha serkirdayetiyeke yekgirtî hene û hemû biryarek bi hev re tê dayîn. Em di vê qonaxê de Kak Refet wekî kesê herî guncaw dîtine ku em wî erkî bidin wî.
Rûdaw: Di demên borî de du caran şandeya DEM Partiyê serdana Herêma Kurdistanê kirin û bi YNKê re civiyan, doh jî şande bi Erdogan re civiya, YNK çawa dikare bibe alîkar ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê?
Derbaz Kosret: Eger em vegerin ser pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê, Mam Celal nexşedanerê wê bû, ji serdema rehmetî (Turgut) Ozal ve ew pêvajo dest pê kir, di rabirdûyê de me her tekezî li ser wê yekê kiriye ku çawa em li vir dikarin bi diyalogê mafên xwe bi dest bixin, parçeyên din ên Kurdistanê jî bi taybetî li Bakurê Kurdistanê dikarin di rêya diyalog û aştiyê de çareseriya wê mijarê bikin. Di civînên me bi berpirsên Tirkiyeyê re û bi birayên me yên li Bakurê Kurdistanê re, me tekezî li ser wê yekê kiriye ku tenê rê ji bo çareseriyê diyalog û rêya aştiyane ye.
Rûdaw: Ti diyalogek bi Tirkiyeyê re heye ji bo vekirina ezmanê wî welatî li ber Balafirgeha Silêmaniyê?
Derbaz Kosret: Ev pirseke gelekî gelekî siyasî ye, dibe ku neheqî ji YNKê re jî hatibe kirin. Têkiliya wê bi Rojavayê re ewqas heye, bi Silêmaniyê re tune.
Rûdaw: Çawa?
Derbaz Kosret: Ji destpêka hatina DAIŞê û ji dema destpêkê ve, Silêmanî alîkar û piştevan bû, bi şandina alîkarî û piştgiriyê ji Rojavayê re. Kurdayetî baca xwe heye, mixabin xelkê bi şerefa Silêmaniyê wê bacî didin, yoksa ne erdnîgariya me û ne jî Silêmanî bi metirsî nabînin ji bo ser Tirkiyeyê, ti carî metirsî jî nebûye. Niha jî tevî ku ezmanê Silêmaniyê girtî ye rojane xelk diçin Kerkûk û Hewlêrê geştê dikin ji bo Tirkiyeyê.
Rûdaw: Li ser pirsa mûçeyan, gelo YNK hîn jî li ser tewtînê israr dike? Yan jî rêkeftineke din a teknîkî heye?
Derbaz Kosret: Pirs bi xwe bankîkirina mûçexwarên Herêma Kurdistanê ye, em û PDK karîne li gorî biryarên Dadgeha Federal bigihîjin rêkeftinekê ku xizmeta civakên xelkê Kurdistanê bike, ew nîgeraniyên ku li ser hesabê min hebûn, yan jî xelkê tewtîn pê çêtir bû, em bikarin hemûyan bi cih bînin.
Rûdaw: Li torên civakî em Kak Kosret dibînin ku pêşwaziyê li mêvanan dike, niha tenduristiya wî çawa ye?
Derbaz Kosret: Rewşa tenduristiya Kak Kosret cîgir e, çêtir e ku wî di Kongreya Çaran de biryar da hêdî hêdî ji pêvajoyê derkeve, bi qenaetê bû, çawa di rabirdûyê de serokê hikûmetê bû û dev jê berda, dibe ku yek ji wan serkirdeyên kêm be ku bi daxwaza xwe kar kiriye.
Ew jî gihîşt qenaetekê ku qonaxeke nû hatiye pêş ji ber vê dikare komek xelkên nû bên pêş û wê berpirsiyariyê hilgirin. Ji nêzîk ve hayê ji rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê heye, carcaran şîretê li me dike, carcaran têbîniyên xwe li ser mijaran dide, ji nêzîk ve haydar e. Hûn dizanin ew nexweşî çend dehsal in pê re ye, ji ber vê ji aliyê bedenî ve ew westiyaye, lê ji aliyê fikr û rûniştina bi hevalên xwe re weke xwe maye.
Rûdaw: Ber bi çêtirbûnê jî diçe?
Derbaz Kosret: Înşallah.. hin tişt têkiliya wan bi temenê re heye..
Rûdaw: Doktor di vî warî de çi dibêjin?
Derbaz Kosret: Rewş cîgir e, spas ji bo Xwedê pêwîst nake zû zû doktoran bibîne, mirov jî kete nav temenê carina hene...
Rûdaw: Bila ez vê yekê bikarbînim û hinekî jî behsa pirtûkan bikin, Kak Kosret çend pirtûk hene. We fikiriye ku bîranînên wî binivîsin û çap bikin?
Derbaz Kosret: Înşallah di paşerojê de tiştekî me dê hebe. Piraniya wan bûyerên ku qewimîne Kak Kosret dokumentkirine, ji ber ku tenduristiya wî cîgir nebû vê dawiyê komek bi deng tomar kirine, ji ber vê bi dilniyayî pirtûkek wî dê hebe ji destpêka karê wî yê siyasî ve heta karê dawî.
Rûdaw: Yanî amûreke baş heye ji bo nivîsandina bîranînan?
Derbaz Kosret: Erê! Erê! Mezintirîn arşîvê hebû, lê mixabin ji ber şerê navxweyî hinekî winda bû, lê hin belgeyên wî hatine parastin.
Rûdaw: Bila rexneyekê li we bigirim.. çima siyasetmedarên navtemengaz zêdetir ji ciwanan tên pêşangehên pirtûkan?
Derbaz Kosret: Ez nikarim li şûna hevalên din biaxivim. Me zanî ku pêşangeh 10 rojan e, her kes ji kesekî din cudatir e, hinek ji me di xwendewariyê de çêtir û hinek din ji me xerabtir in..
Rûdaw: Tu ji kîjanî yî?
Derbaz Kosret: Prensîpek min heye, divê mirov herî kêm mehê du pirtûkan bixwîne.
Rûdaw: Kêm nîne?
Derbaz Kosret: Li gorî pirtûkan e. Pirtûk heye 800 heta 1000 rûpel e, ew demeke zêdetir dixwaze. Li gorî mijûliyê jî ye; tu nikarî hemû rojê li ser pirtûkê bî, divê li wan deman bigerî ku tu bikarî derfeta te hebe..
Rûdaw: Bi çi zimanî dixwînî?
Derbaz Kosret: Zêdetir Kurdî û Îngilîzî. Ez ji pirtûkên dîrokî û siyasî hez dikim, ji ber ku tiştê ku diqewime çavkaniya wê ji dîrokê hatiye, eger têgihiştineke baş a te hebe ji bo dîrokê, tu dikarî pêşbîniyekê bikî di paşerojê de çawa dê be.
Rûdaw: Îro çi pirtûkekê bala te kişand û te çi kirî?
Derbaz Kosret: Ya ku ez îro bi taybetî ji bo wê hatibûm, pirtûka mamoste Ebdulkerîmê Muderîs bû, tefsîra wî ya li ser Qurana pîroz, ji ber ku mirovekî alim bû. Hin pirtûkên din jî ku bala min kişandin, min ew jî kirîn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin