Deriyekî Dewleta Şedadiyan li Gurcistanê ye
.
Kamîz Şeddadî
Yek ji kelehên dîrokî yên Gurcistanê Keleha Gelatê ya li bajarê Kutaisi cih digire. Yek ji deriyên kelehê bermahiya Dewleta Şedadî ye. Dewleta Şedadî dewleteke Kurdan a kevn bû.
Manastira Gelatê li nêzî bajarê Kutaîsî ku demekî paytexta Gurcistanê bûye, sala 1106an, ji aliyê şahê Gurcistanê Dawidê Avaker ve hatiye avakirin. Ji xwe gora Şah Dawid jî tê de ye. Li ber gora şah Dawid, li dîwarê tayek dergeheke hesinî daliqandiye. Balkêşiya herî giring a vê manastirê jî, ji xwe ew dergeh e, a rast tayek ji dergehên Keleha Genceyê ye.
Çîroka vê dergehê, rasterast bi dewleta Kurdan, bi dewleta Şeddadiyan ve girêdayî ye, lewre Gence paytexta Şedadiyan bûye.
Sala 1139an bajarê Gence ji ber erdhejekê wêran dibe. Şahê Gurcan Demeter I (kurê Dawidê Avakar) ji erdhejê sûd werdigire û bermahiyên Genceya wêranbûyî talan dike û di gel talaneke mezin, dergeyên bajêr jî bi xwe re dibe Gurcistanê.
Li ser dergehê bi zimanê Erebî wiha hatiye nivîsandin, “Bi navê Xwedayê dilovan û dilovîn! Hikûmdar û Mîrê me yê mezin Seyid Şavûrê Yekem îbn Fezl (Xwedê siltenata wî dirêj bike), ferman da ku em bi pîrozmendiya Qazî Ebul Ferec Mihemed îbn Abdullah - Xwedê bextê wî jî bide, vî dergehî durist bikin. Destkarê hesinkar Îbrahîm ibn Osman Engaweyh e. Sala çarsed û pêncî û pênc a Hicrî.” Li gor salnameya mîladî jî dibe sala 1063an e.
Dîroknas Letîf Birûkî anî ziman, “Kurdan roleke mezin di warê siyasî û eskerî de li Qafqasyayê lîstin. Ev ji bo Şedadiyan bû, aliyê Gurciyan jî Mîr Lapî Qewad Serkîs bû ku 7 kurên wî hebûn.Serkîs demekê fermandariya Keleha Tîflisê kiriye.”
Bingeha dewleta Şedadiyan, sala 951 ji aliya Mihemed Bîn Şeddadad Kurdî ve li bajarê Divînê hatiye danîn. Mihemed Şeddadad ji xanedana Rewadiyan bû, ku heman demê li Azerbaycanê, li Tebrîzê hikim dikirin.
Sala 971an kurê Mihemed Şedad - Elî Leşkerî bajarê Gence bi dest dixe û wek paytexta dewleta xwe radigihîne. Di serdema hikûmraniya Ebû-l-Eswar Şavûrê Yekem de li dor bajêr keleheke bi şeş dergehan tê avakirin. Ji wê demê dewleta Şedadiyan xurtir dibe û girîngiyeke mezin bi geşedana aborî, zanistî û çandî tê dayîn.
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Qafqasyayê Hejarê Şamil got, “Ji xeynî deriyên Genceyê ku 6 bûne yek anîne Gurcistanê, li ser Çemê Arasê 2 pir çêkirine. Wekî din yekemîn car li başûrê Qafqasyayê li bajarê Aniyê mizgefteke mezin çêkirine. Her wiha li Genceyê pirtûkxaneyên pir mezin çêkirine û ji Rojhilata Navîn, Ewropayê, Misirê bi hezaran pirtûk anîne vê derê.”
Tê zanîn ku Siltanê Kurd Selahedînê Eyûbî jî, ji eşîra Rawadiyan bûye. Her weha helbestvan û ramanwerê mezin Nîzamî Gencewî ku hemû jiyana xwe li Genceyê jiyaye jî, ji xanedana Rewadiyan e. Di pêşgotina destana xwe ya bi navê “Leyla û Mecnûn” de Nîzamî dinivîse ku diya wî keça mîrekî Kurd e.
Dîroknas Letîf Birûkî got, “Malbatên mîrên Kurdan berî mîladê li wir bûne. Gurc jî wan qebûl dikin ku Îranî bûne lê Kurdbûna wan naxwazin qebûl bikin. Heger malbata Şedadî binêrî ew digihêjine Rewadiyan ku Selahedînê Eyûbî jî ji wan bû.”
Hikûmraniya Şedadiyan ku hema hema li seranserî Transqafkasyayê belav bûbû, heta sala 1174an dom kiriye. Di van salan de Şedadî bi giranî li Divîn, Gence, Anî, Arran, Nexçîvan, Berde û Baylakanê desthilatdarî kirine.
Dîroka Şedadiyan heta niha jî di arşîvên biyaniyan de veşartî dimîne û li benda lêkolînên dîroknasên Kurd e.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin