Deriyên dibistanên Rojavayê Kurdistanê îro li pêş xwendekaran vebûn

Deriyên dibistanên Rojavayê Kurdistanê îro li pêş xwendekaran vebûn

.

A+A-

Îro sala xwendinê ya 2024-2025an li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser dest pê kir.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser pêştir ragihandibû, 8`ê Îlonê roja yekemîn a sala xwendinê ya 2024-2025an e.

Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê, 4100 dibistan ji bo pêşwazîkirina 900 hezar xwendekarên seretayî, navîn û amadehî hatine amadekirin.

Li gorî Cîgirê Hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê Azad Berazî, 50 hezar mamoste ji bo perwerdekirina xwendekaran hatine amadekirin.

Li navçeyên Rêveberiya Xweser perwerde bi zimanên erebî, kurdî û suryanî tê dayîn.

 

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin