Dersa bijarte ya Kurdî di pratîkê de tê astengkirin
.
Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê dema serlêdana ji bo dersên bijarte yên kurdiya kurmancî û zazakî dest pê kir û dê heta 22ê Kanûnê berdewam bike. Lê digel vî mafî jî heta niha tenê 61 mamosteyên kurdî hatine tayînkirin û dersa kurdî di pratîkê de dê astengkirin. Hem sendîka, hem aktivîstên ziman û hem jî malbatên kurd li hemberî vê pêkanînê nerazî ne.
Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê serdema dersa bijarte ya kurdî dest pê kir. Serlêdan dê heta 22ê Kanûna 2021ê ji aliyê malbatan ve bê kirin.
Dersên bijarte di sala 2012an de bi guhertinek di Makezagona Tirkiyeyê de, di bin navê “Zimanên Dijîn” de bû yasayî. Lê ji wê rojê heta niha tenê 61 mamosteyên kurdî hatine tayînkirin. Ji ber netayînkirina bi hezaran mamosteyên kurdî, dersa bijarte ya kurdî di pratîkê de tê astengkirin.
Derbarê mijarê de Rêveberê Sendîkaya Mamosteyên Kurd li Amedê Sadretîn Kaya got: “Mixabin ev mafê yasayî ji aliyê hikûmetê ve tê astengkirin. Dema malbat serî li dersa bijarte ya kurdî didin, rêveberên dibistanan dibêjin mamosteyên kurdî nîn in û vê daxwaza wan red dikin. Hikûmet jî mamosteyên kurdî tayîn nake. Ji bo ku zarok bi zimanê xwe yê dayikê dersê nebînin, bi dehan astengiyan derdixin pêş. Em bang li malbatan dikin; herin serî li dersên bijarte yên kurdî bidin û bila ev serlêdan bi awayeke nivîskî be. Gav paşde navêjin. Ji bo zimanê kurdî bi pêş bikeve, em jî weke sendîka çi ji destê me tê, em ê bikin.”
Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê heta niha tenê carekî derbarê dersên bijarte de amar aşkera kirine. Li gorî van amaran di serdema perwerdehiyê ya sala 2015-2016an de 77 hezar û 931 kesan serî li dersa bijarte ya kurdî dane. Lê ji wê rojê ve tu amarek nehate aşkerakirin.
Serokê Sendîkaya Mamosteyan a nêzî hikûmetê(Egitim Bir-Sen) Ramazan Tokdemîr jî dibêje: “Ji bo ku zarok biçin dersên bijarte yên kurmancî û zazakî hilbijêrin me afîş û pankart amade kirine. Em ê wan li her derê bajêr daliqînin. Ji bo ku ev zarok bikaribin dersên bijarte yên kurdî bibînin, pêdivî bi tayînkirina mamosteyan heye. Em li vir bang li Wezareta Perwerdehiyê dikin; ji bo dersên kurdî mamosteyên kurdî yên derçûyî tayîn bikin. Lewre ders encex bi hebûna mamosteyan pêkan e. Mamoste tunebin dê kê van dersan bide?”
Di serî de li Zanîngeha Artûklûya Mêrdînê, li 6 zanîngehên li bajarên kurdan heta niha bi hezaran mamosteyên kurdî der çûne. Lê digel vê yekê jî di nava 2 salên dawiyê de ji 40 hezar mamosteyên ku hatine tayînkirin tenê 3 mamoste yên kurdî ne.
Endama Sekreterya Tora Ziman û Çanda Kurdî Cevahîr Sadak jî wiha axivî: “Hemû tişt dikeve ser milê malbatan. Ji bo xwedî derketina zimanê xwe, ji bo riya pêşerojê ku zimanê me bi awayeke fermî bibe xwedî statû, divê em xwedî li van destkeftiyên xwe yên biçûk derkevin û bi hejmareke zêde biçin serlêdan bikin û ji Wezareta Perwerdehiyê re bişînin.”
Li gorî yasaya perwerdehiyê ya Tirkiyeyê zarokên polên 5,6,7 û 8'an dikarin dersa kurdiya kurmancî û zazakî hilbijêrin. Lê digel hemû hewldanên malbat û sendîkayên pêwendîdar jî ev maf tenê li ser kaxizê dimîne.
Maşallah Dehak / Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin