Îbrahim Guçlu

Îbrahim Guçlu

Yazar
Hemû nivîsên nivîskar >

Dersên “Pêvajoya Çareseriyê” û Armanca Bahçelî-Ocalan û Kurdistanî

A+A-

Îbrahîm GUÇLU

Dema îsal payizê Meclîs vebû, Bahçelî destên parlamenterên DEMê girt. Ev dest girtina Bahçelî bû “bûyereke mezin”. Beşekî kurdan û bi taybetî jî hevalbendên PKKê  ji vê dest girtinê wateyên gelek mezin derxistin. Kurdperweran jî bi wan kesan keniyan. Dîtin ku hevalbendên PKKê û beşek Kurd çiqas bê teqet û bê çare ne.Wek mînaka ku “dema mirov kete behrê û di nav xeteriya fetisandinê de be, dest davêje mahr”, hevalbendên PKK û beşek Kurdên xwendevan û siyaseta rojane dikin, ji siyaseta neteweyî ya Kurd dur, di wê ehwalê de bûn.

Piştî destgirtina Bahçelî ya parlamenterên DEMê, dema ku Bahçelî di grûba xwe ya Meclîsê diyar kir ku dema Ocalan  li dijî terorê derkeve, bixwaze terorê biqedîne û ji bona vê jî çekberdana PKKê pêk bîne, dikare bê di Guba DEMê de van nerûnên xwe diyar bike, wê demê rewşa wî ya hiqûqî ji berçav derbas dibe, Ocalan di bin kontrola dewletê de ji hepisxaneyê dikare bê derxistin.

Di ev axevtina Bahçelî de ji bona qezenca  mafên  Neteweya Kurd jî tiştek nehat hatibû gotin.

Li hemberî ev daxuyaniya Bahçelî, hevalbendên PKKê û beşek Kurdên li hewirdora PKKê nerînên ji derveyî aqil û di axevtin-daxuyaniya Bahçelî de tune bû anîn ziman. Tabloyeke wusa hat diyar kirin ku Ocalan  dê di demek nêzik de li parlamentoyê qise bike, dê bikare PKKê bê çek bike, Ocalanê ji hepsê derkeve.

Beşekî kurdperweran û rêxistinên Kurdistanê jî, ji vê daxuyaniyê ji bona kurdan gelek mafên bên qezenç kirin derxistin.

Beşek hevalbendên PKKê xeyal kir ku PKKê dê mixatab bê girtin û dê ji bona PKKê desthilatdariyek li Bakurê Kûrdistanê ava bibe.

Li hemberî van xeyelan helwesta min ûbeşekî mezin kurdperwerên ji  gelek zelal bû. Li hemberî daxuyaniya Bahçelî bi zelalî di medyaya civakî de me nerînên xwe anîn ser zimên.

GELO JI DERVEYÎ XEYELAN RASTÎ ÇİBÛN?

1-Dewlet Bahçelî ev daxuyaniya xweser nedibû. Piştî ku bi Ocalan re danûstandin hatibû kirin, bi wî re lihevkirin pêk hatibû, daxuyanî dabû. Lewra însan hebûn ku digotin di vê danûstandinên de bûne navbeynçî. Bi Ocalan re çend caran jî danûstandin kirine.

Lê Ocalan diyar e ku rastiya xwe  û rastiya navenda PKK Qendîlê nedizanî ev soza dabû. An jî Ocalan wek her caran jî lîstık dikir. Lê şık tune ye ku Ocalan ji bona ku xwe xelas bike, dikare her kesi re lihevdu bike û hevalên xwe jî bifroşe. Dema hatibû girtin di lêpirsînê de nerînên di derbarê hevalên xwe de anîbûn ser zimên, divê kurd bînin bîra xwe.

 

2-Li Rojhelatê Navîn guhertin û qewimandinên mezin hene. Berpirsên Dewleta Tirk û serokkomarê Dewleta Tirk diyar dike ku bi destê Îsraîlê û ABD û hemû dewletên empetyalîst li herêmê sînor dê bên guhertin.

Ev guhertina sînoran jî, sînorên çar dewletên ku kolonyalîst in û Kurdistan dagirkine û îlxakkirine. Yanî sînorê Dewleta Tirk, Iranê, Sûriyeyê û Iraqê dê bê uhertin.. Ew jî tê wateyê ku Kurdistan ji bin bandora van çar dewletan derdikeve. Ew jî ji bona Dewleta Tirk têkçûneke mezin e.

Bahçelî û Dewleta Tirk dixwaze pêşiya vê guhertinê bigre. Bahçelî jî wek parêzvanê dewletê yê nîjadperest û Ortodoks bi destê Ocalan- PKKê dixwaze ku pêşiya vê xeteriya û guhertina sînoran bigre û Kurdistan di bin dagirkerî û kolonyalîzma Dewleta Tirk de bimîne.

Aşkere ye ku Dewleta Tirk bi PKKê dixwaze bigihîje armanca xwe.!!!

3-Dewleta Tirk ji bona ku pêşiya azadî û serxwebûna Kurdistanê bigre, rêxistinên Kurdistanê tasfiye bike, PKKê wek projeyekê ava kir. Li hemberî Neteweya Kurd û Tevgera Rizgarîxwaz ya Kurdistanê serkeftî bû. Pêşiya dewletbûna neteweya Kurd û serxwebûna Kurdisdtanê bi destê PKK wergirt û Rêxistinên Kurdistanê tasfiye kir.

Beşekî mezin Kurd li derdora PKKê di hewzekê de civand. Dewleta Neteweyî ya Kurd kevneperest îlan kir.

Lê projeya Dewleta Tirk PKKê, piştî demekê ket destê dewletên din yên herêmê û dewletên rojava yên emperyalîst tên nasandin.

Dewleta Tirk dixwaze ku  PKKê bi Ocalan çewa ku  li hember Kurdan proje kiribû, nûha jî dixwaze ku dîsa bi destê Ocalan projeya xwe ji destên dewletên biyanî û yên herêmê derxe.

Lê diyar bû ku ev yeka pêk nedihat. Lewra Dewletan ji bona ku PKKê wek taşeron bi kar bînin û şerên xwe yên  wekaletê bimeşînin piştgiriya PKKê dikin.

4-Ocalan, dema ji aliyê Dewleta Tirk ve ji Kenyayê hatibû Tirkiyeyê di destpêkê de diyar kir û got ku “Heger derfet bê dayin, ez amade me ku xizmetî dewleta xwe bikim.”

Dîsa di lêpirsînê de bi her awayî diyar ku dê bikeve xizmeta dewletê.

Pişt re dadgehê de jî diyar ku xizmeta wî  ji Dewleta Tirk re mezin e.

Got ku “Min pêşiya Dewletbûna Kurdan girt. Emperyalîst dixwazin ku li Başurê Kurdistan Dewleta 2emîn ya Îsraîlê ava bikin.. Heger îzin û alîkarî bê dayin Ez amade me ku pêşiya Dewleta 2emîn ya îsraîlê bigrim.”

5-Ocalan bixwaze jî PKKê bi gotina wî nake û çek jî bernade. Lewra bandora wî li ser PKKê nemaye. Di hilbijartian Herêmî û Serokkomarî de jî xwest ku PKK bi CHPê re tîfaq çê neke, lê partiya PKKê tîfaq çêkir.

Qendîl jî bixwaze nikare dest ji çek û terorê berde. Sedemên girêdayî baronên PKKê hene. Ji wan sedeman girîngtir, dewletên ku PKKê ji bona xwe kirine taşeron îzin nadin ku PKKê dest û dev ji çek berde.

6-Dewleta Tirk dibêje ku îsraîl bi PKKê re xwediyê pêwendiyê û ji PKKê alîkarî dike. Dewlet Bahçelî jî bi vê mabestê jî daxuyaniya xwe diyar kir û bi Ocalan re danûsatan kirin û li hev kirin. Gelo wê demê PKKê dev ji şerê çekdarî ber dide?

7-Di “Pêvajoya çareserî” de jî gelek kesên Tirk û kurd û heta hevalbendên Hikûmetê di wê baweriyê de bûn ku PKKê dikare dest ji çek berde.

Min wê demê jî gelek aşkere di gelek bernameyên telewîzyonan û di hevpeyvînê rojnameyan de diyar kir ku PKKê nikare dest ji çek berde, di encamê de jî wûsa bû.

Di encamê de jî bi çalakiya terorîst ya PKKê ya dawî li hemberî TUSAŞê jî bersîva Dewlet Bahçelî û Ocalan bû ku PKKê dev ji çek bernade.

8-Di daxuyaniya Bahçelî de ji bona mafên neteweya Kurd û Kurdistanê hîç tiştek tune ye. Pişt re jî di axivtina xwe ya Grûba Meclîsê de dîsa diyar kir ku “Pirsa Kurd di dîrokekê de nebûye, nûha jî pirseke Kurd tune ye, di pêşerojê de jîpirsa Kurd dê nabe. Pirs, li Tirkiyeyê pirsa terorê ye.”

Kurdên ji vê dauyaniyên re piştgirî dikin, xeyalan dibînin, ew xizmetî lîstika Dewleta Tirk û PKKê dikin..

DIVÊ HELWESTA MILETPERWERAN Û KURDAN Û KURDISTANIYAN  ÇI BE?

Di encamê de dikarim bibêjim ku  di holê û rojevê de xapandinek û şanoya Dewlet Bahçelî û Ocalan heye.

Divê welatperwer, kurd, kurdistanî, li hemberî lîstika Dewletê û PKKê şiyar bin. Armanca xwe ya stratejîk wenda nekin.

Divê welatperwer, kurd, kurdistanî, di her şertî de ji bona armanca xwe ya stratejîk, dewletê, serxwebûna Kurdistanê tevbigere. Girêdayî vê stratejiyê ji bona mafên neteweweyî, civakî, siyasî, statuya xwe ya desthilatdarî û serwerî xebat bike.

Divê welatperwer, kurd, kurdistanî, di her şertî de ji bona zimanê xwe, ji bona ala xwe, ji bona hemû hêjiyayiyên xwe xebat bike; di her platformê de li hemberî dewletê hêjayiyên xwe biparêze.

Divê welatperwer, kurd, kurdistanî her dem bizanin ku Dewlet mıxatab û terefe di Doza Kurd-Kurdistanê de.

Divê welatperwer, kurd, kurdistanî bizanin ku di çareseriyan de ew teref in, bê wan çareserî nabe.

 

Diyarbekîr, 01. 11. 2024

 

 

Önceki ve Sonraki Yazılar